Qada Galatasarayê ya sala 2019’an girtî derbas kir, li bendê darizandinê ye

  • 09:15 27 Kanûn 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Qada Galatasarayê ya sala 2019’an girtî derbas kir, tevî ku bi ‘endamtiya rêxistinê’, ‘alîkariya rêxistinê’ hat darizandin, hîna îdianameya wê nehatiye amadekirin. Qad bi hêviya ku bi dayikên aştiyê re bê cem hev dikeve sala 2020’an.
 
Dayikên Şemiyê 769 hefteya ji bo aqûbeta zarokên xwe têdikoşin. Dayikên Şemiyê di hefteya 700’î de yanî di 25’ê Tebaxa 2018’an de xwestibûn çalakiya xwe pêk bînin lê Qeymeqamtiya Beyoglu qad li çalakiyê re qedexe kir. Polîsan êrîş kiribûn û gelek kes binçav kiribûn.
 
Qada Galatasarayê ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin
 
Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyan hatin berdan û qad ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê û alîkariya rêxistinê kiriye’ hat girtin.
 
Îdianame nehat amadekirin, sala 2019’an bi tecrîdê derbas kir
 
Der barê Qada Galatasarayê de ku dihat payîn ku di 2019’an de bê darizandin, hîna îdianame nehatiye amadekirin û sala 2019’an de dîsa bi tecrîdkirinê derbas kir. Qada Galatasarayê seranserê salê riya Dayikên Şeymiyê payî.
 
Endama Komîsyona Windayên Binçavande ya ÎHD’ê Sebla Arcan li ser têkoşîna Dayikên Şemiyê ya 2019’an axivî û got Galatasaray cihê hevdîtina xizmên windayane û got: “70 hefteya Dayik nikarin biçin qadê. Li ber ÎHD’ê li cihekî teng di bin dorpêça polîsan de hevdîtina xwe dikin. Galatasaray ji bo xizmên windayan xwedî wateyek girînge. Gora wan ya ku qurnefîlekê danîn ser tune. Em kulîlkên xwe datînin Galatasarayê. Ji ber vê jî daxwaza me eve ku demildest em bernameyên xwe li qadê pêk bînin.”
 
‘Em ê dîsa li Galatasarayê bên cem hev’
 
Sebla her wiha destnîşan kir ku astengkirina mafê bernameya aştiyane ya Dayikên Şemiyê li dijî destura bingehîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me serlêdanên hiqûqî kirin. Ji aliyê Navenda Giştî ya ÎHD’ê ve li Dadgaha Îdarî doz hat vekirin. Lê doz hîna bi encam nebûye. Ger biryara red bê dayîn em ê serî li Dadgeha Destura bingehîn bidin. ew jî encamê nede em ê bişînin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Ji bom e salek zehmet bû lê em ê têkoşîna hiqûqî berdewam bikin û herî dawî li Qada Galatasarayê bên cem hev.”