Ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê qedexeya aktîvîteyên civakî

  • 09:06 27 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat hînbûn ku ji bo girtiyên ku di 2018’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û di gulanê de bidawî bibû, qedexeya aktîvîsteyên civakî hatiye dayîn.
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî bibe ketibûn greva birçîbûnê û di grev di meha gulanê de bidawî bibû. Hat hînbûn ku di wê pêvajoyê de ji bo girtiyan qedexeya aktîvîteyên civakî hatiye dayîn û ji wê demê de didome. Hat diyar kirin ku tevî ku evqas dem serde derbas bûye, pisgirêka tenduristiyê ya girtiyên demdirêj di grevê de mane, didome. Xizmên girtiyan yên çûn hevdîtinê diyar kirin ku girtî berê hefteyê sê rojan derdiketin aktîvîteyên civakî û piştî grevên birçîbûnê rêveberiya girtîgehê ev qedexe kiriye.
 
Li girtiyên siyasî aktîvîte hatin qedexekirin
 
Xizmên girtiyan yên çûn hevdîtinê wiha gotin: “Her tim surgun tên jiyîn. Niha 5 girtiyên jin yên siyasî li girtîgehê hene. Piştî girevê girtiyên ku baş nehatin dermankirin, niha bi çavên wan re pisgirêk derketiye holê û cihên cuda yê bedena wan diêşin. Tevî daxwazname dane nayên dermankirin. Piştî grevê rêveberiya girtîgehê hemû aktîvîteyên civakî qedexe kiriye. Bi mehane aktîvîte nayên kirin.”