'Kesên ku li dijî demokrasiyê û aştiyê ne tecrîdê pêk tînin'

  • 09:04 27 Kanûn 2019
  • Rojane
Viyan Seîd/Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku tecrîd divê bi dawî bibe û wiha gotin:"Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Heta ku tecrîd dirêj bibe ew ê pirsgirêk çareser nebin."
 
Derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jinên Şengalê axivîn. Jinan li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin:"Kesên ku li dijî demokrasiyê û aştiyê ne tecrîdê pêk tînin. Rêber Apo her dem demokrasî û aştî parastiye."
 
'Em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin'
 
Jina bi navê Berfê Elyas wiha got:"Di serî de silavên min ji çiyayê Şengalê heta girava Îmralîyê heye. Ji bo wekhevî, azadiya gelan Serok Apo di zindana Îmralîyê de li berxwe dide. Bi saya têkoşîna gelê kurd dewletê neçarî qebûl kir ku bi Rêbertî hevdîtîn were kirin. Lê dîsa dewleta tirk bê bextîyê dike. Nahêle hevdîtin bê kirin. Dewleta tirk dixwaze me û Rêbertî ji hevdu qut bike. Lê em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Hem tecrîd hem jî êrîş li ser axa me tê kirin. Dewletên navneteweyî her dem li dijî van pêkanînan bêdeng dimîne. Kanî mafê mirovatiyê li ku derê ma? Çekên kîmyewî yên qedexe li ser zarokên me barandin. Kesên sûcdar divê bên cezakirin." 
 
'Rêber Apo her dem demokrasî û aştî parastiye'
 
Jina bi navê Meyan Nasir jî wiha got:"Em civaka Êzidî bi fermanekê re rûbûrû man. Lê yên ku di destpêkê de hatin em rizgar kirin şervanên Rêber Apo bû. Fikir û ramanên Rêberê me ji bo gelekî girîng e. Em azadiya wî dixwazin. Ji bo vê jî em têkoşînek mezin û bi rêxistin dikin. Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Heta ku tecrîd dirêj bibe ew ê pirsgirêk çareser nebin. Kesên ku li dijî demokrasiyê û aştiyê ne tecrîdê pêk tînin. Rêber Apo her dem demokrasî û aştî parastiye."