'Em ê di sala nû de bigihêjin serkeftinê'

  • 09:02 27 Kanûn 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed/Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Dayikên Pakrewanan, jin û zarokên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne di derbarê hatina sala nû de hêviyên xwe anîn ziman û gotin: "Hêviya me bi hêza QSD’ê heye ku em ê di sala nû de bigihêjin serkeftinê. Em  her sal hêviyên xwe nû dikin, heta ku em digihêjin armanca xwe."
 
Bi hatina sersala 2020’an gelê Efrînê yên koçber bûne, hêvî û xwestekên xwe zindî dikin û sala nû bi hêvî derbas dikin. Têkildarî vê mijarê dayikên Pakrewanan, jin û zarokên Efrînê nêrîn û hêviyên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Em ê careke din hêviyên xwe di sala 2020’an de nû bikin û em bi hêvî sala nû pêşwazî bikin."
 
'Hêviya me ew e ku hemû cîhan bi aştî û aramiyê bijîn'
 
Dayika Pakrewan Engîzeg, Xedîce Elo xwesteka xwe wiha anî ziman: "Xwesteka me ji kesên ku mafê mirovan diparêzin ew e ku ji bo aştiyê û azadiyê alîkarîyê bidin Gelê Kurd ji bo ku di sala nû de vegerin cih û warên xwe. Hemû dewlet bi planek qirêj em ji Efrînê derxistin. Niha jî xwesteka me ew e ku di sala nû de em vegerin ser axa xwe. Hêviya me ew e ku hemû cîhan bi aştî û aramiyê bijîn. Di şer de kesê ku êş û zehmetiyan dibîne dayik in ji ber vê yekê, em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku destên xwe bidin destên jina kurd û bi hev re têbikoşin. Em sala nû li hemû malbetên pakrewanên azadiyê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ev sal wê bibe sala serkeftina Gelê Kurd. Xwesteka me ya herî mezin jî em Serokê xwe di nava xwe de bibînin û bi hev re bijîn Ji ber ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişt ku em bi hêviya jiyanek azad û demokratîk bijîn."
 
'Xwesteka me ew e ku vegera Efrînê pêk were'
 
Dayika Pakrewan Sîpan Xelat û Azad Cûdî, Emîne Hebeş hêviyên xwe wiha parve kir: "Hêviya me di sala nû de ew e ku ev sal bibe salek serkeftinê û xwîna zarokên me li erdê nemîne. Gelê Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe didomînin ji bo xwesteka wan a vegera Efrînê pêk were. Nêzî du salan gel ji axa xwe koç bûne. Em bi hêvî ne di sala nû de vegerin xaka xwe û sala nû li wir pîroz bikin.”
 
'Xwesteka me ji sala nû, em vegerin Efrînê'
 
Jina bi navê Meryem Mihemed Cefer di derbarê hatina sala nû de axivî û wiha pê de çû: "Bû du sal em li Şehbayê dijîn, lê hêviya me her ew e ku em vegerin Efrîna xwe û xwesteka me ji sala nû em vegerin cih û warê xwe. Hêviya me bi hêza QSD’ê heye ku em ê di sala nû de bighêjin serkeftinê.”
 
'Em her sal hêviyên xwe nû dikin'
 
Her wiha Fatimê Muhemed jî hest û xwesteka xwe wiha anî ziman: "Em ji ber zor û zehmetiyan ji Efrînê derketin, xwestek û hêviyên me ji sala nû ew e ku em vegerin nava mal û milkên xwe û xwîna pakrewanên xwe tu carî li erdê nehêlin. Em her sal hêviyên xwe nû dikin heta ku em dighêjin armanca xwe."
 
'Em sala nû li hemû zarokan pîroz dikin'
 
Zarokên bi navê Muhemed Reşîd û Fatma Hesen jî qala hatina sala nû dikin û gotin: "Wekî zarokên Efrînê xwesteka me di sala 2019’an de ew bû ku em vegerin Efrînê, lê ji ber dagirkeriya dewleta tirk li Efrînê ye xwesteka me pêk nehat. Em ê careke din hêviyên xwe di sala 2020’an de nû bikin û em bi hêvî ne sala nû bi hêviyên mezin pêşwazî bikin. Em sala nû li hemû zarokan pîroz dikin.“