ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 27 Kanûn 2019
  • Rojev
*Endamên Mala Jinê û Yekîtiya Jina Azad ên Şehbayê di derbarê xebat, guhertin û veguhirtinên ku bi jina Şehbayê re di sala 2019’an de hatine kirin, nirxandin û gotin: "Sala 2019’an vedenga pêşketinên jinên Şehbayê ye. Divê her jinek hebûna xwe li hember zihniyeta desthilatdar bide avakirin." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Pakrewanan, jin û zarokên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne di derbarê hatina sala nû de hêviyên xwe anîn ziman û gotin: "Hêviya me bi hêza QSD’ê heye ku em ê di sala nû de bigihêjin serkeftinê. Em  her sal hêviyên xwe nû dikin, heta ku em digihêjin armanca xwe." DÎMEN HEYE
 
*Xebatkarên Navenda Keşifkirina Zû ya Pençeşêra Pêsîran a Heyva Sor a Kurd derbarê nexweşiya Pençeşêra Pêsîran de wiha gotin: "Çiqas em pênceşêra pêsirê zû ferq bikin, ewqas hêviyên têkbirina wê bêhtir e. Pêwîst e hemû jin di aliyê pênçeşêra pêsîran de baldar be û divê ji 7 mehê carekê werin kontrolê." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şengalê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku tecrîd divê bi dawî bibe û wiha gotin:"Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Heta ku tecrîd dirêj bibe ew ê pirsgirêk çareser nebin." DÎMEN HEYE
 
*Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat hînbûn ku ji bo girtiyên ku di 2018’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û di gulanê de bidawî bibû, qedexeya aktîvîsteyên civakî hatiye dayîn.
 
*Derhêner Betul Gokçer û lîstikvan Ezgî Yildiz diyar kir ku dîmenên di fîlm û rêzefîlman de tên nîşandan, şîdetê rewa dikin û her wiha diyar kirin ku yek ji sedemên kuştinên jinan jî ev dîmen in. BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê di sala ku me li pey xwe hiştiye de, dîsa di dozên kuştinên jinan û êrîşên zayendî de ji bo mêran ji rewşa baş ceza hatin daxistin. Li dadgehan helwestan mêran û zîhniyeta serdest ya darazê polîtîka bêcezabûnê zêde kir.
 
*Li Mêrdînê mêrê bi navê M.A zaroka ji sedî 65 ji mejî astengdar e bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Piştî doza hat vekirin şûnde du rûniştin pêk hatin û di herdu rûniştinan de jî zarok û gumanbar di heman demê de li salonê cih girtin.
 
*Qada Galatasarayê ya sala 2019’an girtî derbas kir, tevî ku bi ‘endamtiya rêxistinê’, ‘alîkariya rêxistinê’ hat darizandin, hîna îdianameya wê nehatiye amadekirin. Qad bi hêviya ku bi dayikên aştiyê re bê cem hev dikeve sala 2020’an. BI DÎMEN