Encamnameya hevdîtina Platforma Yekitiya Jinên Kurd hat aşkerakirin

  • 12:11 26 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd encamnameya hevdîtina xwe aşkera kir. Di encamnameya xwe de wiha hat gotin: "Ey Kurdino, ger ku em nebin yek, em ê biçin yek bi yek."
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi minasebeta salvegera damezrandina xwe li Demîr Otela Amedê resepsiyonek dabûn û li hev civiyabûn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, keça Musa Mûsa Anter Rahşan Anter, Rêxistinên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navend û navçeyan, parlamenterên HDP'ê, HAK -PAR, Tevgera Azadî, PAK, Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û Şanoya Bajêr a Amed, saziyên sivîl (STK)  û endamên platformê cih girtin tevlî hevdîtinê bûn. Encamnameya hevdîtina Platforma Yekitiya Jinên Kurd hat aşkerakirin. 
 
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku duyemîn salvegera avakirina platformê de em li hev civiyan û wiha hat gotin: "Em cara duyemîn bi dezgehên Kurd, partiyên siyasî, înîsyatîfa jinên Kurd û tevgerên jinan bi dirûşma ‘Em ji vê dere ne, em li vê de rê ne, azadiya me yekitiya me ye’ hatin cem hev. Me êrîşên li hemberî Kurdistanê, binpêkirina mafan û kulên hatine jiyîn niqaş kir. Encamname wiha hat rêzkirin. 
 
* Heta Kurd nebin yek di serî de jinên Kurd, li çar aliyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên metîngeriyê xilas nabin.
 
* Çarenûsa Azadiya me li hemû parçeyên Kurdistanê yekitî û azadiya Kurdan e. Em dixwazin baweriya xwe ya têkoşer û pirsyarker bang li siyasertmedarên Kurd û Gelê Kurd bikin. 
 
* Ji hemû aliyan em jinan di yekitiya Kurdan de wek hêze mezin qebûl dikin.
 
* Dîsa em dîtinên îdeolojiyên fermî yen ku jinan tune dihesibîne serdestiya meran, feodal û milîtarîst qebûl nakin.
 
* Em li hemberî ‘parçekirina’ li me hatiye ferz kirin derdikevin.
 
* Ji bo azadiya kurdan nêrîna jinan, daxwaza yekitiyê em derdixin pêş.
 
* Em bi bawer in, dest jê bernadin, em ê hewldana diyaloga ji bo yekitiyê zêdetir bikin careke din bi israr bang dikin; yan em ê bibin yek yen jî em ê yek bi yek tune bibin.
 
* Daxwaza ku Eyşe Şan xwest li Amedê were defînkirin em wek jinên Kurd li ser xwe wasiyet dihesibînin û em ê israr bikin ku gora Eyşe Şan ji Buca/Îzmîrê bînin Amedê. 
 
Konferansa me ya salvegera duyemîn ji partî, sazî, însîyatîf û tevgerên Kurd re bi banga hemû jinan 'Ey Kurdino, ger ku em nebin yek, em ê biçin yek bi yek' bi dawî bû."