Parêzer Raziye Turgut: Bê bersiv hiştîn tê wateya astenkirina hevdîtinê

  • 11:45 26 Kanûn 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê parêzer Raziye Turgut, diyar kir ku piştî 7'ê tebaxê bersiva  daxwaza hevdîtina li Îmraliyê nehat dayîn û got: "Bêbersiv hiştin tê wateya astengkirinê. Her wiha niha  bi hinceta cezayê disîplînê hevdîtin tê qedexekirin."
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ê ku li  Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ne nikarin bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Piştî  hevdîtina 8 salan herî dawiyê parêzer di 2'ê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê hezîranê û 7'ê  tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi muvekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Pişî hevdîtina 7'ê tebaxê hemû  serlêdanên parêzeran bê bersîv hatin hiştin. Di rojên borî de ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din  cezayê disîplînê hat dayîn. Cezayên wan ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat erêkirin. 
 
'Bê bersîv hiştin tê wateya astengkirinê'
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê parêzer Raziye Turgut ji ajansa me re qala tecrîd, cezayê disîplînê û  rewşa hiqûqê kir. Raziye diyar kir ku di sala 2011'an heta 2019'an tecrîdeke daîmî heye û wiha got:  "Niha jî heman tecrîd tê berdewamkirin. Hevdîtina parêzeran tê qedexekirin. Bi hincetên 'Rewşa  hewayê û xirabûna kosterê' hevdîtin tê astengkirin. Piştî darbeya 15'ê tîrmehê, bi biryara dadgehê  hevdîtina parêzeran hat astengkirin. Bi meha gulanê re qedexeya parêzeran bi biryara dadgehê ve ji  holê hat rakirin. Piştî rakirina qedexeyê 5 caran hevdîtin pêk hat. Herî dawiyê di 7'ê tebaxê hevdîtin  pêk hat. Piştî 7'ê tebaxê bersiva daxwazên me yên hevdîtinê nehat dayîn. Bêbersiv hiştin tê wateya  astengkirine."
 
'36 caran serî li dozgeriyê dane'
 
Raziye destnîşan kir ku heta niha 36 caran serî li dozgeriyê dane û heta niha tu bersiv nehatiye dayîn  û wiha dom kir: "Her wiha malbat jî 19 caran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan lê 3 serlêdan  bêbersiv hat hiştin. 16 serlêdan jî bi hinceta ku cezayê disîplînê heye serlêdan hatin redkirin. Agahiya  disîplînê ji piştî ku malbat serlêdan kir derket holê. Malbat serî li dozgeriyê didin, bi rêya dozgeriyê  em dibînin ku biryara qedexeyê heye. Lê ev biryar biryareke zelal nîne. Cezayê disîplînê tenê nimreya  dosyayê û dîrokê tê gotin û dibêjin cezayê disîplînê ya nû ye. Malbat di 29'ê mijdarê de serî li  dozgeriyê da, lê di 3'yê kanûnê de bersiv hat dayîn. Lê em hînbûn ku cezayê 21'ê mijdarê tê  pratîzekirin. Li dijî vê biryarê me îtîraza xwe kir. Ji bo îtîrazê me dosya xwest, me xwest em lêkolîn  bikin. Tenê bersiva teqeskirina cezayê hat dayîn. Em hîn bûn ku brêz Abdullah Ocalan li hemberî  cezayê îtîraz nekiriye, ji ber ku ceza wekî siyasî nirxandiye û îtîraz nekiriye. Her wiha muvekîlên me  Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di 26'ê mijdarê de cezayê disîplînê girtine û  cezayên wan hatiye teqeskirin. Tişta balkê jî dosyayên ku derbarê cezayê disîplînê de hatin vekirin  nadin me. Me serî li AYM’e da."
 
'Ceza kêyfî ne ne hiqûqî ne'
 
Raziye diyar kir ku nahêlin ku malbat biçin serdanê û wiha axivî: "Li Îmraliyê tenê 4 muvekîlê me hene  û ceza dane her 4 muvekilê me. Ev cezayê ku hatî dayîn kêyfiye û ne hiqûqî ye. Dema me serî li  AYM’e da, me got ku cezayê ku hatî dayîn li dijî mantiqê ye. Bingeha qedexekirina hevdîtina malbatan  nîne û ne qanûnî ye û mafê hevdîtinê hatiye îhlalkirin. Nezî 15 sal in bê navber cezayên disîplinê tê  dayîn. Muvekîlên me îsal tenê du caran hevdîtin pêk anîne. Ev hevdîtin jî bi destûra taybet a  Wezareta Edaletê ve pêk hat. Ev tişt tê wateya girankirina tecrîdê. Me îdiaya xwe ya îşcenceyê  carek din ji AYM'ê vegot. Tişta zelal ne cezayê disîplinê ye tecrîd e. Me bi wan nêrînan serî li AYM'ê  da."
 
'Pirtûk û rojname tên qedexekirin'
 
Raziye di axaftina xwe de bal kişand ser şandina pirtûk û rojnameyan û wiha dom kir: "Em hewl didin  ku mehanê bi rêya dozgeriyê rojname û pirtûk bişînin. Piştî hevdîna parêzeran em hîn bûn ku  Rojnameya Yenî Yaşamê naye dayîn. Kovara Demokratîk Modernîte û Jineolojî hatiye dayîn. Lê em  nizanin ku kijan hejmar hatine dayîn. Der barê weşanên din jî agahiyên me nîne. Her wiha pirtûk,  rojname û kovarên ku em dişînin carek din ji me re naşînin û derbarê mijarê de jî agahî nayên dayîn.  Her wiha nameyên ku dişînin jî ji me re naşînin."
 
'Hêzên hegemonîk deriyê li Îmraliyê digirin'
 
Raziye da zanîn ku 5 hevdîtinan hevdîtin pêk nehat û wiha got: "Dema muvekîlê me nêrînê xwe tîne  ziman hêviyek dide Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn. Dema vînek datîne holê hezên hegemonî û  îktîdar naxwazin deng ji li Îmrahiyê derkeve. Nexşerêya muvekîlê me ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo  Kurdistan û Rojhilata Navîn dê aştiyek biafirîne. Ji ber vê jî hêzên hegemonîk û îktîdar deriyê li  Îmrahiyê digirin."