KCD: Bila cejna Noelê bibe wesîleya aştî û aramiyê

  • 10:04 26 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Noelê li Xrîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn û bi tevahiya alema Xrîstiyanan pîroz kir û hat gotin ku bila cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Noelê li Xrîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn û tevahî alema Xrîstiyanan pîroz kir. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku bi hezar sale ku baweriyên cuda di serî de li erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdîstan û Anatolyayê bi hev re dijîn û wiha hat gotin: "Di nava nirxên herî pîroz ên ku bawerî û çandên cûda di nava xwe de dide jiyin jî cejn in."
 
KCD di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser cejna Noel (Yaldo) û daxuyanî wiha dom kir: "Di nava van cejnan de yek jê jî cejna Noelê (Yaldo) ku 2 hezar sal in ji hêla Xrîstiyanên ku li welatê me dijîn tê pîrozkirin e. Em di wê baweriyê de ne ku dê cejna Noelê rêzdariya di nava baweriyên cûda de hêj bêhtir zexîm bike û dê bibe wesîleya aştî û aramiya di nava mirovan de."
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Bi van hest û ramanan em di serî de cejna Noelê li Xrîstiyanên ku li Kurdistanê dijîn û tevahî alema Xrîstiyanan pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê."