Leyla Guven malbatên Roboskê ziyaret kirin

  • 17:54 25 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka KCD’ê û  Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û heyeta pê re malbatên Roboskê ziyaret kirin. Leyla, anî ziman ku komkûjiya li Til Rifatê komkûjiya Roboskê aniye bîra wan û wiha got: “Bi van êrîşan  bawer dikin ku têkoşîna kurdan bidin sekinandin. Lê belê gelê me tu carî dê li hember êrîşan serî netewîne.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û heyeta bi wan re, serdana  malbatên 34 kesên ji gûndê Robosê ku di 28’ê Kanûna 2011’an de di encama bombebaran hewayî de jiyana xwe ji dest dan kirin. 
 
Di serdanê de Leyla axivî  û wiha got: “Em kesên ku jiyana xwe ji dest dan careke din bi bîr tînin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û dev ji berxwedana xwe bernadin. Li dijî dijminê kurdan divê em bibin yek û têbikoşin. Divê em li dijî van êrîşan serî hildin. 34 ciwanên me çi kiribûn? Hemû cihan baş dizane ku kesên ji wir derbas dibûn ciwan û zarok bûn û ew komkûjî bi zanebûn hat kirin.”  
 
Leyla, bal kişand ser komkûjiya Til Rifarê jî  û wiha got: “Di encama êrîşa Til Rifat de herî zêde zarok hatin qetilkirin. Dema ku min wêneyên wan zarokan di çapemeniyê de dîtin, komkûjiya Roboskê hat bîra min. Neyar bi zanebûn êrîşî  me kurdan dikin. Bi van êrîşan bawer dikin ku têkoşîna kurdan bidin sekinandin. Lê belê gelê me tu carî dê li hember êrîşan serî netewîne.”
 
 Leyla û heyeta pê re dê sibê jî serdana xwe ya li Roboskê berdewam bike.