Şêniyên Kobanê 9 têkoşerên berxwedana rûmetê oxir kirin

  • 15:54 25 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kobanê îro bi merasîmeke girseyî 9 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin.
 
Bi sedan şêniyên Kobanê, sazî û dazgehên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û rêxistina Kongreya Star şehîd Ehmed Hecî (Dilovan), Mehmûd Ehmed (Kendal), Elî Berkel (Egîd), Mihemed Bekir (Gelhat), Nebo Hesen (Aram Can), Ehmed Bozan (Kerîm), Mihemed Bedirxan (Dilbirîn), Ferîda Ehmed (Star Cûdî) û Ehmed Mihemed (Şêrgo Kobanê) ku 17’ê cotmeha 2019’an di berxwedana rûmetê de li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakur Sûriyeyê parastina welat û gelê herêmê dikirin gihaştin asta şehadetê, îro bi meresîmeke girseyî li  goristana Ş. Dicle Kobanê oxir kirin.
 
'Şervanên QSD’ê ji bo parastina welat û gelê herêmê canê xwe feda dikin'
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pekrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê rêxistina Kongreya Star a Kobanê Almaz Romî û bi navê komîteya têkîliyên diplomasî Ehmed Şêxo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin: "Bi salan e dewleta tirk û hevkarên wê bi armanca tunekirina Gelê Kurd planên cur be cur li ser herêmên Bakur Sûriyeyê dide meşandin. Herî dawiyê jî di 9'ê cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li hember êrîşan şervanên QSD'ê bi armanca parastina welat û gelê herêmê berxwedaneke bê hempa dan meşandin û canê xwe feda kirin. Wek gelê Kobanê em ê doza şehîdên xwe bişopînin û heta dawiyê li ber xwe bidin."
 
'Dewleta tirk nikare hêz û vîna me bişkîne'
 
Her wiha bi navê malbata şehîd Kerîm Medîne Seyêd Ehmed destnîşan kir ku ew wek malbatên şehîdan hêza xwe ji şehîdan digirin û wiha pê de çû: "Bila Erdogan baş zanibe ku tu carî nikare hêz û vîna me bişkîne ji ber ku em hêz û vîna xwe ji şehîdên xwe digirin. Em tu carî dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin û em ê her tim li dijî dagirkeriyê têkoşîn bikin û ji bo serkeftinê bi dest bixin em ê bedelên giran bidin."
 
Paşê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê wesîqeyên her 9 têkoşerên berxwedana rûmetê radestî malbatên wan kir.
 
Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.