Aşûrî, ermenî û suryaniyên Hesekê û Qamişloyê Noel pîroz kirin

  • 13:38 25 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ / QAMIŞLO - Bi boneya rojbûna pêxember Yesû El- Mehîs li Qamişlo û Hesekê merasîm hatin lidarxistin.
 
Bi dehan aşûrî, ermenî  û  suryanîyên navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê û Qamişloyê, ji serê siharê rabûn û berê xwe dan dêrê û cejna hev pîroz kirin.
 
Hesekê
 
Aşûrî, ermenî û suryaniyên li navçeya Til Temirê rojbûn û cejina pêxember Yesû El-Mehîs pîroz kirin.
 
Îro, serê sibehê bi dengê zingilên Dêra Meryem El-Ezra ya ku li navçeya Til Temirê dikeve, Aşûrî, Ermenî û Suryanîyan berê xwe dan dêrê û dest bi nimêja xwe ya li gorî ol û baweriya gelê xirîstiyanan, kirin.
 
Her wiha endam û rêveberiyên saziyên jin û civaka sivîl, malbatên şehîdan û Hêzên Ewlehiya Hundirîn serdana dêrê kirin û ev roj bi wan re pîroz kirin.  
 
Paşê Keşeyê dêrê Baxos Îşaya axivî û ev roj wiha pênase kir: "Gelê xirîstiyan xwedî şaristaniyeke pir dewlemend in, dijminên ku xwestin dîrok, nasname û çanda wan bihelînin, bi ser neketin. Baweriya wan rê li ber polîtîkayên qirkirinê girt. Her çiqas cîhan bixwaze me tune bike, lê em ê hebin û xwedî li axa xwe derkevin û hebûna xwe li vir biparêzin."
 
Piştî axaftinan gelê ku nimêja xwe bi dawî kirin xemir û qetek nan xwarin û zingil hejandin. 
 
Her wiha piştî xwarin û vexwarinê Koma Koral jî ku ji zarokên keç û xort mezin û biçûk pêk tê stranên olî gotin.
 
Piştî ku gel ji dêrê derket berê xwe dan malên xwe da ku pîrozkirina vê rojê dewam bikin. 
 
Qamişlo
 
Bi boneya rojbûna pêxember Yesû El- Mehîs merasîmek li dêra bajarê Qamişloyê hat  lidarxistin.
 
Bi boneya rojbûna Yesû El- Mehîs gelê Aşûrî û Suryanî ya bajarê Qamişloyê ji saet 6'ê siharê berê xwe dan dêr û merasîmek li dar xistin. 
 
Her wiha dêr bi rengê cuda hatibû xemilandin.
 
Piştî gel nimêj kirin nan hat xwarin û şerbet hat vexwarin û Încîl maç kirin.
 
Herî dawî gel cejna hev pîroz kirin.