Dayika girtiyê nexweş: Em zarokên xwe xilas bikin

  • 09:13 25 Kanûn 2019
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Girtiyê bi nave Selamî Keleş li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê girtiye û nexweşê epîlepsê ye. Dayika wî Guzel Keleş diyar kir ku rewşa tenduristiya wî her diçe xera dibe û wiha got: “Deng bidin girtiyên nexweş. Hîna ku zarokên me nemirine em xilas bikin.”
 
Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her diçin xera dibin. Yek ji van girtiyan jî Selamî Keleş yê li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê girtiye. Selamî ku nexweşê epîlepsiyê ye, saleke dermankirina wî nayê kirin. Dayika wî Guzel Keleş diyar kir ku divê kurê wê demildest bê dermankirin.
 
‘Tiştek bi kurê min bê berpirsê wê hûn in’
 
Dayika wî Guzel Keleş diyar kir ku ji ber ku der barê tenduristiya kurê xwe de roportaj daye, 5 mehe qedexeya hevdîtinê danê û got: “Bi mehan e nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Qedexeya hevdîtinê dane me. Ji ber em der barê rewşa girtiyên nexweş de axivîne ceza dane me. Em çi bikin jî dibêjin hûn nikarin dengê xwe bikin. Kurê min li ber çavê min roj bi roj dihele. Kurê min êdî min, bavê xwe, xwişk û birayên xwe nas nake. Gelo em çawa bêdeng dimînin? Rapora bijîşkan di destê me de ye. Di raporê de tê gotin ku divê li nexweşxaneyê razê û di van şertan de nikare li girtîgehê bimîne. Tevî vê hîna di girtîgehê de ye. Ez bang li rayedarên girtîgehê dikim. Tiştek bi kurê min bê berpirs hûn in.”
 
‘Ji ber kurê min xew nakeve çavên min’
 
Guzelê got midûrê girtîgehê ji wê re gotiye ‘Tu çi dikî. Her tim roportajên ku girtîgehê nebaş nîşan didî, dikî. Ji ber tu wisa dikî em nahêlin tu bi kurê xwe re hevdîtinê bikî. Guzelê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vê Qerekola Polîsan a Şakîrpaşa gazî min kir. Got ‘armanca te çi ye?’. 23 sal ceza dan kurê min. 9 sale girtî ye. Saxlem ket girtîgehê. Ji ber îşkenceyan hat vê rewşê. Kurê min ji ber çavên min naçe. Aramamiya me nema. Ji ber kurê min xew nakeve çavên min. Deng bidin girtiyên nexweş. Bila zarokên me nemirin. Em wan xilas bikin.”
 
‘Divê girtiyên nexweş demildest bên dermankirin’
 
Rêvebera Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Necla Kocaman, bi lêv kir ku mafê dermankirina girtiyan her tim tê astengkirin û hejmara girtiyên nexweş jî roj bi roj zêde dibe. Neclayê wiha berdewam kir: “Divê ji bo girtiyên nexweş demildest pêngav bê avêtin. Gelek serlêdan ji bo komeleyê hatin kirin. Ev hejmar me dike nava fikaran. Malbat ji me dixwazin ku em zarokên wan bên dermankirin. Ez hem rêveberiya komeleyê hem jî dayika girtiyê nexweş im. Divê zarokên me demildest bên dermankirin û dermanên wan bên dayîn. Dewlet bi pakêtên darazê yên nû tecawizkar, diz û kesên şîdetê li jinan dikin, berdide. Lê girtiyên siyasî dîl digire. Ev qanûn naveroka wan vala ye. Dewlet ji rewşa zarokên me berpirs e. Em ê her tim ligel zarokên xwe cih bigirin.”