Nê êrişkar çalakvan hatin binçavkirin

  • 17:06 24 Kanûn 2019
  • Rojane
ENQERE -  Sibêhê jin li zanîngeha Enqereyê dansa 'Las Tesîs' bikin. Lê ji hêla Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê ve rastî bertekan hat. Jinan li dijî bertekan got: "Dê bi înad li dijî dijminantiya jinê em ê li her derê bi boyaxa xemrî dansê bikin." 
 
Xwendekarên Jin ên Zanîngeha Enqereyê, dê sibê li Zanîngeha Enqereyê dansa “Las Tesis” bidin pêşandan. Beriya jin dansê bidin pêşandan, Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) li dijî vê çalakî li dar xist û daxuyanî dan. 
 
Jinan jî bertek nîşanî daxuyaniya TGB'ê dan û boyaxa xemrî avêt ser TGB'iyan. Polîsan mudaxaleyî jinan kir û 9 jin binçav kirin. Polîsan bi hinceta li dijî xala 2911'an muxalefet kiriye, 320 TL cezayê pereyan li wan birî û serbest berdan. 
 
Jinan piştre li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê pêşandana dansê berdewam bikin.