Civîna salane ya desteya jinê hat lidarxistin

  • 15:39 24 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Desteya jinê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê li dar xist.
 
Desteya jinê ya herêma Firatê civîna xwe ya salekê bi nirxandinên berfireh li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê li dar xist. Bi dehan endamên desteya jinê beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê Cîgîra Desteya Jinê ya herêma Firatê Rozîn Mihemed, rapora salane xwend. Di raporê de rewşa siyasî, jin, rêxistinî, plansaziya sala borî û sala nû hatibû nirxandin.
 
Paşê Rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Êto axivîn û wiha gotin: "Pêvajoya ku em tê de derbas dibin pêvajoyeke hesas e. Pêwîst e em di nava hemû saziyên xwe de kar û xebat hîna xurtir bikin. Em nehêlin şer bandora xwe li ser karê me bike. Em ê projeya Serokatî ji bo jinan dest pê kiriye bi ser bixin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her li qadan bin. Mafê jinan mîsoger bikin û dagirkeriyê li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin."
 
Paşê kesên ku beşdarê civînê bûne li ser karên ku hatine kirin û kêmasiyên ku hatine jiyîn nirxandin kirin. Herî dawî sinevîzyonek di derbarê kar û xebatên desteya jinê ya salekê de hat pêşkêşkirin. 
 
Hêjayî gotinê ye ku di plansaziya sala nû de biryara baxçeya zarokan a bi navê gulîlk û dikana sebzeyan, hat girtin.