Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê derbarê koçberiyê de semîner da

  • 15:12 24 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Kobanê di derbarê koçberiya bi darê zorê û guhartina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de semînerek li dar xistin. 
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî herêma Efrînê kirin û kiryarên wek qetilkirin, talankirin, wêrankirin û koçberkirin pêk anîn. Her wiha di 9'ê cotmehê de jî dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin.  Kiryarên ku dewleta tirk li Efrînê pêk anîne niha li Girê Spî û Serêkaniyê dubare dike. Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi darê zorê bi hezaran şêniyên Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê dan koçberkirin û demografiya herêmê dide guhertin. Di vê çarçoveyê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Kobanê di derbarê koçberiya bi zorê ya bi giştî li Sûriyeyê pêk tê semînerek li navenda xwe li dar xist. Di semînerê de partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn. 
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre semîner ji aliyê Rêveberê Partiya Pêşeroj yê beşê Kobanê Kerîm Muhemed, Endama Meclisa giştî ya  Partiya Pêşeroj Fewziye Ebdî û Endamê Buroya têkîliyan ê Partiya Pêşeroj Ayêd El-Deyf ve hat birêvebirin.
 
Pênaseya koçberiyê li gorî zagonên navneteweyî yên mirovî hat xwendin. Di nava pênaseyê de zor û zehmetiyên ku rastî koçberan tên li Rojhilaha Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xistin. Her wiha êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guhartina demografiya herêmê hat bibîrxistin.
 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.