'Sûriye bûye navenda nakokiyên hêzên navneteweyî'

  • 15:06 24 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca ravekirina rewşa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dibe Meclîsa Navçeya Til Temirê civînek li dar xist. 
 
Derbarê rewşa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deMeclîsa Navçeya Til Temirê civîneke berifreh li dar xist. Civîna ku ji Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin bi sedan ji şêniyên navçeyê û gundewarên wê her wiha Endamê Meclisa Gitşî ê PYD'ê Ebdul Kerîm Sarûxan amade bû.  
 
Civînê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
 
'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe' 
 
Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe û wiha dewam kir: "Şerê ku ev 8 sal in li Sûriyeyê diqewime û taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe. Hêzên hegemonîk xwestin desthilatdariya xwe li ser herêmê bidin çêkirin, lê bi saya berxwedana gel û şervanan rê li ber polîtîkayên wan hatin girtin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarîbûn di hundirê projeya netewa demokratîk de hêz, hebûn û nasnameya xwe bidin parastin."
 
Ebdulkerîm wiha got: "Hêzên ku di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de gelê resen ku li ser xaka wan koç kirin û beşek ji wan qir kirin, heman hêz xwestin di şerê sêyemîn de jî polîtîkayên xwe pêk bînin, lê berxwedana gel û şervanan bûn mertal ku nikarîbin dîrok û çanda herêmê bidin helandin û windakirin."
 
'Sûriye bûye navenda nakokiyên hêzên navneteweyî' 
 
Ebdulkerîm di dewama axaftina xwe de got ku Sûriye bûye navenda nakokiyên navneteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sûriye bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Di heman demê de bûye navenda nakokiyên di navbera hêzên hegemonîk de û her hêzek ji wan dixwaze ku para xwe ji Sûriyeyê bigire."
 
Civîn bi nîqaşkirina rewş û geşedanên dawî û siberoja lihevhatinên heyî û yekîtiya kurdî bi dawî bû.