Parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin

  • 13:55 24 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muvekkilê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez, bi boneya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Abdullah Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê tebaxê bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Piştî 7'ê Tebaxê û şûnde hemû serlêdan bê bersîv mane.