Ozkan Gungor ê ku Fîdan qetil kir bi cezayê muebeta giran hat cezakirin

  • 11:16 24 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Daneşîna 3'emîn a doza Ozkan Gungor ê ku Fîdan Gungor qetil kir li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê li gûmanbar Ozkan Gungor cezayê muebeta giran birî.
 
Li navenda Amedê Fîdan gungor di 22'yê Sibatê de ji aliyê Ozkan Gungor ê pê re zewicandî ve hat qetilkirin.   Gûmanbar Ozkan Gungor  ji sûcê "Bi qestî kes kuştiye" hat girtin û îro li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amed daneşîna 3'emîn a doza jê dihat darizandin hat dîtin.  Di daneşînê de gûmanbar Ozkan Gungor, parêzerê wî Suleyman Dumanlidag, aliyê mexdûr Sadik Şenol û parêzerên aliyê mexdûr Zeynep Işik û Nadîde Kurul tevli bûn. 
 
Makamê îdayê mutalaya xwe aşkera kir û wiha got: "Li gorî lêpirsîna ku hat kirin gûmanbar Fîdan Gungor bi qestî kuştiye û ji ber vê divê di çarçoveya vê çarçoveyê de li gûmanbar cezayê muebeta giran hatiye birîn û divê rewşa girtî ya gûmanbar berdewam bike. "