Li kampûsê pîrebok heye: Em kesên ku dibin sedema şîdetê îfşa dikin

  • 09:11 24 Kanûn 2019
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Pirebokên Kambusê bertek nîşanê şîdeta polîsan a li dijî dansa Las Tesas û gotinên wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, dan û got jinan hemû sûcdar îfşa kirine. Aktîvîsta Pîrebokên kamusê Bîrsu Metîn ev tişt vegot: “Em bi hezaran jin dadikevin kolanan û tecawizkar û kesên vê pergalê diafirînin, îfşa dikin.”
 
Li welatê Şîlî ya Başûrê Amerîkayê jin li dijî êrîşên li hember jinan daketin qadan û dansa Las Tesîs pêk anîn. Piştî vê li gelek welatî jinan ev dansa Las Tesîs kirin. Li Tirkiyeyê jî jinan pêk anî û lê polîsan mudaxale kir. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu jî dansa jinan wek ‘li dijî komara Tirkiyeyê û merciyan heqeret e’ bi nav kir. Pirebokên Kamusa Edenê bertek nîşan dan û diyar kirin ku dewleta her tim li dijî dengê jinê zextê bikar tîne, bi heman helwestê hewl da Las Tesîs asteng bike. Lê jin wê serî netewînin û dest ji berxwedanê bernedin.”
 
‘Em bêdeng namînin’
 
Aktîvîsta Pîrebokên Kamusê Bîrsu Metîn, bi lêv kir ku têkoşîna jinan gihiştiya asta navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî tecawiz, tacîz, zextan û cudaxistinê bêdeng namînin. Ji bo vê jî em bi hezaran jin dadikevin kolanan û tecawizkaran û afrînerên vê pergalê îfşa dikin. Em êdî kolanan nas dikin. Em ji bo van pêşdarazan bişkînin û cîhanek nû ava bikin dadikevin kolanan.”
 
'Roj bi roj em zêde dibin' 
 
Esîn Kirik jî destnîşan kir ku şîdet û êrîşa zayendî ya li hember jinan êdî yek welatekî eleqeder nake û wiha axivî: “Em kesên ku polîtîkayên dijminê jinê diafirînin, ji kesên tecawiz û tacîzê vedişêre, ji rewşa baş ceza didin, yên şîdetê dikin, ji dadger, polîs û rayedarên dewletê re dibêjin ‘sûcdar tu yî, tecawizkar tu yî’. Li Tirkiyeyê sedema mudaxaleya li hember dansa ‘Las Tesîs’ ev e ku têkoşîn û piştevaniya jinan wek tehdît tê dîtin. Em jin li her derê cîhanê têdikoşin. Roj bi roj em zêde dibin.”
 
‘Jin dest ji berxwedana xwe bernadin' 
 
Ozlem Avci jî bi lêv kir ku jin êdî bêdeng namînin, li hember zextan serî natewînin û wiha bi lêv kir: “Ne tenê li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê li her derê Tirkiyeyê ji bo dansa Las Tesîs bê meşandin plansazî tên kirin. Çalakiya li Şîlî hat destpêkirin li dijî newekheviya dahatuya dewletê derket holê. Di encama polîtîkayên dewletê li hember jinan pêk anî de jinan di eniya pêş a berxwedanê de cih girt. Ji ber vê deng da. Jin wê li dijî zextan serî netewînin û tu car dest ji berxwedana xwe bernedin.”