Di ser mirina Feyruzê re du sal û nîv derbas bûn, lêpirsîn didome

  • 09:03 24 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê di sala 2017'an de jina bi navê Feyruz Polat a ducanî piştî sanciyên wê yên welidînê dest pê kirin rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku bijîşkê zayînê li li nexweşxaneyê tunebû jiyana xwe ji dest dan. Piştî mirina Feyruz û pitika wê derbarê bijîşkekî de lêpirsîn hat destpêkirin. Li gel du sal û niv derbas bûn jî hêj îdaname nehatiye amadekirin.
 
Li Cizîra Şirnexê di tebaxa 2017’an de jina bi navê Feyruz Pulat a 28 salî ku 8 mehî ducanî bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji ber ku bijîkê zayînê tune bû jiyana xwe ji dest da.  Feyruz a ku rakirin nexweşxaneyê û divê mudaxele lê bihata kirin du saetan li hêviya bijîşk hatibû hiştin. Piştî bûyer di çapemeniyê de hat dîtin ji aliyê dozgeriyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Lê li gel lêpirsîna hat vekirin jî ev 2 sal û nîv e ku  îdianame nehatiye amadekirin. Di dosya lêpirsînê de tenê tê aşkerakirin ku wek gumanbar di derbarê bijîjkek de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
Îdianame hîna nehatiye amadekirin
 
Li ser serlêdana sûc a malbatê bi tenê dosyeyek hatiye amadekirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê dozgeriyê hatiye destpêkirin de rapora otopsiyê ya duyemîn jî bi salane di navbera Saziya Tipa Edlî ya Şirnex û Stenbolê de diçe û tê. Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dosya ji bo "mînakan lêkolîn bike" şandibû Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Saziya Tipa Edli jî bersiva "Li Şirnexê ev otopsî bê nirxandin baştir e "  da û dosya şûnde şand Şirnexê.
 
Wezareta Tendûristiyê nexweşxane parast
 
Dosyaya lêpirsînê  piştî bûyerê bi 4 mehan hat amadekirin û li gel ku ev bû du sal lêpirsîn hatiye destpêkirin hîna jî îdaname nehatiye amadekirin. Di çarçoveya doza ku ji bo tazmînatê hatibû vekirin heyeta dadgehê, ji dozgeriya Cizîrê dosya xwestibû. Wezareta Tendirustiyê ku derbarê dosyê de parastin kir îtîraf kir ku wê şevê li nexweşxaneyê dotor tunebûne û nexweşxaneyê wiha parast: "Ger ku bijîşk hebûna jî wê necam neguheriya." 
 
Di derbarê bijîşk de lêpirsîn hat vekirin!
 
Piştî ku di ser bûyerê re du sal û nîv derbas bû şûnde, hat zanîn ku pişyî lêpirsîn hatiye vekirin, di derbarê bijîjkek de lêpirsîn hatiye vekirin û ji bijîşk wek kesê gumanbar îfade hatiye girtin. Di dosyeya lêpirsînê de wek şahid bijîjkê ku îfade daye bi awayek gumanbar îfadeya wê hatiye girtin. Parêzeran anî ziman ku divê heman rewş ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê jî bê kirin û ji bo vê ketine tevgerê.