‘Giştîname rê li ber pirsgirêkên mezin vedike’

  • 09:01 24 Kanûn 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum balkişand ser giştînameya ku wezareta dadê der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê weşandiye û got giştîname û qanûnên ku jin tevlî asta amadekariya wan nayê kirin, rê li ber pirsgirêkên mezin vedike û got: “Giştîname metneke tenê ji bo dîtbarî ya ji aliyê mêr ve hatiye amadekirinê ye.”
 
Wezareta Dadê metneke bi ser navê ‘Giştînameya Pêkanîna Qanûna Der barê parastina malbatî û pêşîgirtina şîdeta li ser jinê’ de weşand. Bertekên li dijî vê giştînameyê didomin. Jinan diyar kirin ku xalên di giştînameyê de cih girtin bi rîsk in û gotin metneke ku di asta amadekirina wê de jin tune ye nikare referans bê girtin û divê demildest bê sererastkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum giştîname nirxand.
 
‘Desthilatdarî di hewldana xweparastinê de ye’
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku giştîname di encama refleksa xweparastinê ya desthilatdariyê ku ji têkoşîna jinê ditirse, derketiye holê û ji ber jin tevlî asta amadekirina giştînameyê nehatiye kirin, pirsgirêk jî bixwe re anîne û ev nirxandin kir: “Em baş dizanin ku desthilatdariyeke ku dijminê jinê li pêş me ye. Desthilatdariyeke ku dibêje ‘ez bi wekheviya jin û mêr bawer nakim, di fitrata me de tuneye’ û jinan bi feraseta ‘malbata pîroz’ di nav çar dîwaran de hesp dike, heye. Lê demên dawî de ji ber bertekên jinan zêde bûn, hewl dan xwe cuda nîşan bidin. Ev jî bi giştînameyê pêk hat. Ev giştîname tiştekî tu nabêje. AKP û daraza ligel wan cih digire tu car mekanîzmayeke ku jinan diparêze hilnaberînin.”
 
‘Daxwaza wan veşartin be bila ewil li çapemeniya xwe binêrin’
 
Zuleyhayê anî ziman ku hinek xalên di giştînameyê de ne ji bo başiya jinan e û divê ev xal ji nûve bên sererastkirin û got: “Bi taybet xala 5’emîn a ku pêşniyar dike ‘dîmen û parvekirinên ku rayagiştî tevgerê bê astengkirin û veşartina şîdetê’ û her wiha Raporên Lêkolînkirina Civakî (SÎR) bi rîskin. Berê jî bi armanca parastina mêran biryara veşariyê ya dozan derxistin. Ji bo rêxistinên jinan dozan bişopînin û dijminahiya li hember jinan derxin holê, biryarên veşariyê xwedî bandorek mezin in. Biryara SÎR pêvajoyeke dirêj dibîne. Biryara parastinê biryareke divê demildest bê dayînê ye. Ger 10-15 rojan bê sekinadin û li gorî SÎR bê dayîn, heta ew rapor bê jin wê yan rastî şîdetê bê an jî bê qetilkirinê.Ji ber vê jî divê demildset dest ji daxwaza SÎR bê berdan.”