ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 24 Kanûn 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Tevgera  Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Beraa Ferec, derbarê xebatên salekê  yên hunera jinê û rola wê ya di nava pêvajoyên heyî de, nirxandinên girîng kir û got: "Rêxistina jinê Kevana Zêrîn bi vîneke xurt çanda jinê parast, xemla jinê û bedewiya wê bi rastiya wê ji civakê re nîşan da. Awazên jinê agirê şoreşê geş kir."  DÎMEN HEYE
 
*Bi salane ez jî weke zarokên vî welatî dibim şahida koçberî, komkujî û talanîya warên ji ber sedema şerên desthiladaran xera bûne û xera dibin. Duh min careke din berê xwe da nava penaberên ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî koçber bûne û hinek ji wan di wargehan de dimînin û yên din jî li bajar û gundewarên herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê belav bûne. Dema ku mirov berê xwe dide nava koçberan û li nava wan digere tişta bala mirovan dikişîne birîqîna çavên zarokan e.
 
*Li Cizîrê di sala 2017'an de jina bi navê Feyruz Polat a ducanî piştî sanciyên wê yên zahînê dest pê kirin rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê. Feyruz û pitika di nava wê de ji ber ku doktorê zayînê tunebû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Piştî mirina Feyruzê û pitika di nava wê de bi du sal û nîvan derbarê bişîşkekî de lêpirsîn hat destpêkirin, lê derbarê bûyerê de hîna tu îdaname nehatiye amadekirin.
 
* Dayikên ku zarokên xwe di komkujiya Roboskê de winda kirin 8 sal in li pêy edaletê ne û gotin: "Komkujiya li Til Rifetê dişîbe Roboskê û ji ber ku li vir zarok hatin qetilkirin û cenazeyên zarokan li pêy hev hatibûn bi rêzkirin. Ev tişt komkujiya Roboskê anî bîra me. Em daxwaz dikin ku edalet pêk bê û sûcdar bên cezakirin." DÎMEN HEYE 
 
* Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, da zanîn ku jin di pêvajoya sala dawî de rastî qirkirina çandî hatine û krîza aborî bandorek mezin li ser jiyanê kiriye û got: “Jinan li dijî van êrîşan zirxên parastina cewherî girêdane.” DÎMEN HEYE
 
* Zeyneb Osman bi temenê xwe yê ciwan hest û xeyalên xwe bi xêzkirina wêneyan îfade dike. Zeynebê derbarê xêzkirina wêneyan de wiha got: "Wêneyê ku yekem min xêz kiriye, wêneyê Rêber Apo ye. Piştî min wêneyê Rêber Apo xêz kir, min hêzek pir mezin girt û êdî min berdewam kir." DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku partiya wan ji bo kongreya mezin amadekariyan dikin û got: “HDP ji çar dîwaran pêk nayê. Ne dukaneke. Dema derî tê girtin karê wan naqede. HDP li Tirkiyeyê yekane partiya ku ji pisgirêkan re dibe çareserî. Bi vê hişmendiyê heta kongreya me ya giştî em ê xebatên rêxistinbûnê bimeşînin. HDP ji bo hemû gelan hêviye.” DÎMEN HEYE 
 
*Pirebokên Kambusê bertek nîşanê şîdeta polîsan a li dijî dansa Las Tesas û gotinên wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, dan û got jinan hemû sûcdar îfşa kirine. Aktîvîsta Pîrebokên kamusê Bîrsu Metîn ev tişt vegot: “Em bi hezaran jin dadikevin kolanan û tecawizkar û kesên vê pergalê diafirînin, îfşa dikin.” DÎMEN HEYE
 
* Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum balkişand ser giştînameya ku wezareta dadê der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê weşandiye û got giştîname û qanûnên ku jin tevlî asta amadekariya wan nayê kirin, rê li ber pirsgirêkên mezin vedike û got: “Giştîname metneke tenê ji bo dîtbarî ya ji aliyê mêr ve hatiye amadekirinê ye.” DÎMEN HEYE