Ji ber vekirina pankartê 2 jin hatin binçavkirin

  • 16:36 23 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Li Meydana Taksîmê du endamên Jinên Ciwan ên Pêşerojê ku xwestin bi vekirina pankarta balê bikişînin ser darizandina cînayeta Ceren Ozdemîr hatin binçavkirin. 
 
Li Meydana Taksîma Stenbolê Jinên Ciwan ên Pêşerojê pankarta “Cînayetên jinan polîtîk e” ku xwestin pê balê bikişînin ser cînayeta Ceren Ozdemîr vekirin. Endamên Jinên Ciwan Alev Ozkîraz û Yaren Tuncer ên dirûşma “Hûn qadan qedexe bikin jî yên jinan e” berz kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.