Li Qamişloyê ser koçberiyê komcivîn

  • 15:03 23 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Cizirê der barê koçberiyê de komcivînek li dar xist. 
 
Di nava şerê ku ev 8 sal in li Sûriyeyê berdewam dike, kiryarên wekî qetilkirin, wêrakirin, tecawizkirin û koçberkirin pêk hatin. Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê a Cizîrê derbarê koçberiya bi zorê ya ku bi giştî li Sûriyeyê pêk hatî komcivînek li xwaringeha El-Burc ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Di civînê de partiyên siyasî, saziyên û destgehên civakî, kesên serbixwe û saziyên Rêveberiya Xweser amadebûn. 
 
Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, dest pê kir. Dîwana nîqaşê ji aliyê Rêveberiya Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşeroj ya herêma Cizîrê Salih Zewbea, Rêveberiya Buroya bajarê Qamişloyê ya Partiya Pêşeroj Mûaz Ebdulkerîm  û Endama Buroya rêxistinî ya Partiya Pêşeroj Hindirîn Sîno hat bi rêve birin.
 
Pênaseya koçberiyê li gorî zagonên navdewletî yên mirovî hat xwendin. Di nava pênaseyê de zor û zehmetiyên ku rastî koçberan ve hatin bi bîrxistin. Gelek nêrîn û pirsên cûda ji aliyê kesên hazir ve hatin kirin û li gor pirsên wan bersiv hatin dayîn.
 
Paşê sînevîzyonek li ser ked û karê hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef dida meşandin, hat pêşkêş kirin.