‘Em ê xwedî li keda Xalid derkevin’

  • 10:38 23 Kanûn 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Cîgîra Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen li ser kesayeta şehîd Xalid Mihemed û têkîldarê pêşengehê nerînên xwe anî ziman û got: "Xalid Mihemed di nava xebatên desteya çandê de xwediyê kedeke mezin bû."
 
Di 11’ê mijdara derbasbûyî de teqînek di saet 3’yê êvarî de li nava bazara bajarê Qamişloyê li kolana El-Wihdê rû da. Di encama wê teqînê de gelek kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Loma  Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengeha wêneyan ji bo derbasbûna çil rojiya şehadeta endamê Desteya Çandê  yê herêma Cizîrê Xalid Mihemed bi dirûşma "Silav li giyanê şehîd Xalid Mihemed" li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist. Di nava pêşengehê de axaftin, sinevîzyon û helbest hatin pêşkêşkirin. Têkîldarê mijarê Cîgîra Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen axivî.
 
'Em ê xwedî li keda xalid derkevin'
 
Ronahiyê di destpêka axaftina xwe de li ser kesayeta Xalid Mihemed û keda wî ya mezin a di nava xebatên desteya çandê axivî û wiha got: "Xalid Mihemed wek birayê me bû û kedeke mezin di  nava xebatê desteya çandê  de dabû. Em wek desteya çandê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca me ya lidarxistina pêşengeha wêneyan ew e ku, xwedî li keda Şehîd Xalid Mihemed derkevin. Loma jî em wek desteya çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariya yekîtiya şêwekaran, me ev pêşengeh bi munasebeta çil rojiya  Xalid de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist."
 
'Pêşengeh bi awayekî serkeftî pêk hat'
 
Ronahiyê bal kişand ser tabloyên ku hatine xêzkirin û wiha domand: "Di pêşengehê de 58 tablo bi destê şêwekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di nava wêneyên xwe de  bûyera teqînê û şehadeta Xalid Mihemed xêz kirin. Pêşengeh bi awayekî serkeftî pêk hat. Piraniya kesên ku ji şêwekar, Yekîtiya Rewşenbîr, sazî û destgehên civaka Sivîl û Rêveberiya Xweser razîbûna xwe ji xweşikbûna tabloya ku hatibûn xêzkirin re anîne ziman. Malbata Şehîd Xalid ji bo lidarxistina pêşengehê gelek kêfxweş bûn."
 
'Xalid di karê xwe de çalak bû'
 
Ronahiyê behsa Xalid Mihemed kir û wiha pê de çû: "Em çiqas li ser Xalid û hezkirina li hember kar rave bikin jî, em nikarin keda wî bînin ziman. Hevalekî di karê xwe de gelek çalak bû. Tu caran ji bo kar nedigot na, her dem amade bû. Em ê şopdarê rêya karê wî yê serkeftî bin."