'Ji bo yekitiya gelan têkoşîn'

  • 09:46 23 Kanûn 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Meclîsa Kantona Efrînê Nûrşan Husên a ku tevlî dîdara li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk bibû axivî û got: "Çareseriya herî sereke ji bo kiryarên dewleta tirk û hevalbendên wî, ewe ku Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekrêzî û yekîtiyekê ava bikin."  
 
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), dîdarek li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê li dar xistin û bi biryarên girîng bi dawî bû. Têkildarê mijarê Endama Meclîsa Kantona Efrînê Nûrşan Husên nêrîna xwe parvekir.
 
'Gel ji bo wekheviya gelan avabikin her têkoşîn kirine'
 
Nûrşan wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li dijî qirkirina nîjadî, çandî û fîzîkî dîdar hat lidarxistin û di dîdarê de çareseriya pirsgirêkan hat nîqaşkirin. Di dîrokê de jî guhertina demografîk li ser axa me  hatiye meşandin. Gelê Sûriyê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wekheviya gelan avabikin her tim têkoşîna dane. Dewleta tirk û çeteyên wê di despêkê de Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê dagirkir û bi cih bû. Îro jî Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir û bi hezaran gel ji warê xwe koçber bûn."
 
Nûrşanê diyar kir ku guhertina demografîk ya Efrînê, bi belgeyan pêşkêşî dîdarê kirine û wiha domand: "Me belgeyên Efrînê yê guhertina demografîk  pêşkêşî dîdarê kir. Di belgeyê de kiryarên li ser gel hatiye meşandin, binpêkirina mafê mirovan û hejmara kesên ku hatine qetîlkirin, revandin û îşkence kirin hemû nivîsandiye."
 
'Gel yekrêzî û yekitiya xwe ava bikin'
 
Nûrşanê li ser çareseriya kiryarên dewleta tirk û hevalbendên wê wiha got: "Çareseriya herî sereke ji bo kiryarên dewleta tirk û hevalbendên wî, ew e ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekrêzî û yekîtiyekê ava bikin, gel çiqas xwe bikine yek û ronakbiriyekê avabikin ewqas wê biserbikevin û îradeya wan xurt bibe."
 
'Rêxistinên navnetewî ji bo guherîna demografîk bêdeng nemînin'
 
Nûrşanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên navnetewî kir û got: "Bila sazî û rêxistinên navnetewî ji bo guhertina demografîk ya ku tê meşandin bê deng nemînin û çareserî bibînin."