Jinên kurd:Yekitiya jinan wê serkeftinê bîne

  • 09:13 23 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Pêkhateyên Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi armanca balê bikşînin ser girîngiya yekitiya neteweyî duh hatin cem hev û diyar kirin ku wê jin ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê bikin û gotin: “Yekitiya jinan wê encamek serkeftî bidest bixe. Em hemû jinan ji bo ku fikrên xwe pêşniyar bikin vexwedixwînin qadan.”
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi wesîleya duyemîn salvegera damezrandinê duh li Amedê di resepsiyonekê de hatin cem hev. Tevgera Jinê Azad (TJA), hevseroka Kongreye Civaka Demokratîk (KCD)  û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenî, keça Musa Anter, Rahşan Anter, rêxistina HDP û DBP’ê, parlamenterên HDP’ê, HAK-PAR, Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurd (PAK) Platforma Pênûsa Jinan a Mezopotamyayê, Platfroma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û endamên STK û platfroman tevlî resepsiyonê bûn.
 
Jinên tevlî resepsiyonê bûn wiha gotin: “Yekitiya Kurdan ferz e.”
 
‘Min dema xebat meşand asîmîlasyon dît’
 
Endama Platformê Hayriye Korkmaz ku ji Semsurê tevlî resepsiyonê bû, diyar kir ku ew du sal in xebatan dimeşînin û got: “Di xebatên jinan yên hatin meşandin de hişmendiya jinê derket holê. Hişmendiya min ya jinê jî derket holê. Hesta parastin çanda min pêş ket. Ez berê di Komeleya Jiyanê ya jinan de xebitîm. Beriya wê ez ne xwedî hişmendiya jinê bûm. Bi têkoşînê re mîn dît ku ziman, çand û kevneşopiya me di bin asîmîlasyonê de ye. Em li Semsurê di vê mijarê de xebatên cidî dimeşînin. Ez bang li jinên Kurd dikim. Bila bên fikrên xwe pêşniyarên xwe bînin ziman.”
 
‘Projeyeke dereng mayî ye’
 
Menîce Ilik ya ji Tetwan a Bedlîsê tevlî resepsiyonê bûye, got divê ji bo yekitiya netewî berê kom bibûna û got: “Ez vê wek projeyeke derengmayî dibînim. Lê ji ku derê zirarê vegerin evqas baş e. Em jin destê hev bigirin em ê ji hev hêzê bigirin. Ji bo yekitiya neteweyî divê em li her çar parçeyê Kurdistanê hewldanê bidin.”
 
‘Yekitiya Gelê Kurd ferz e’
 
Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirovahî û Azadiyê Menîce Rumeysa Gulmez jî bi lêv kir ku tifaqa kurdan ji bo kurdan êdî bûye ferz û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû pirsgirêkên ku kurd dijîn, ji ber tunebûna tifaqê pêk tê. Kurd li Rojhilata Navîn cuda tên dîtin û di pêvajoyeke ku kurd neçar dimînin bi çar welatî re têbikoşin de divê teqez ligel hev cih bigirin. Kurd nikarin ji hev cuda bibin. Nebûna tifaqê tê wateya parçebûnê. Ji ber vê wê tifaqeq zehmet be. Divê em ewil di nav xwe de yekitiya herêmî ava bikin. Piştî tifaqa herêmî pêk hat şûnde wê gel biryara xwe bide.”
 
‘Em hemû jinan vedixwînin’
 
Menîceyê balkişand ser rola jinan a di yekitiya neteweyî de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di meşandina tifaqa kurdan de keda jinan gelek mezin e. Li her qadê bi qasî mêran jî jinan di vê têkoşînê de ked dane. Hîmê têkoşîna di pêşerojê de jinan avêtiye. Ez ji bo jinên li her çar parçeyê Kurdistanê wisa dibêjim. Ger bedela pirsgirêkan em dikşînin divê em ji bo vê têbikoşin. Yekitiya jinan wê serkeftinekê bidest bixe. Em hemû jinan ji bo fikr û nêrîna xwe bêjin, vexwendiyê qadan dikin.”