Oznur a ku hat gotin ketiye, tê îdiakirin ku întîxar kiriye

  • 09:02 23 Kanûn 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
SÊRT - Di 16’ê Kanûnê de Oznur Olgaç ku hat gotin ‘dema cil radixist ji şaneşînê de ketiye’, tê îdiakirin ku malbatê xwestiye wê bi zor bizewicînin û ji ber vê întîxar kiriye.
 
Ji pişt gelek mirinên biguman yên jinan ku di çapemeniyê de wekê ‘ji pacê, şaneşînê de ketin’, ber bi întîxarê ve birin an jî qetilkirin derket. Di 2018’an de Şule Çet bi îstîsmara zayendî re rûbirû ma û ji katê 20’emîn ê plazayekê de hat avêtin û qetilkirin. Gumanbaran îdia kirin ku ‘întîxar kiriye’. Li Amedê di 8’ê Adarê de jina bi navê Remziye Yalçin dawî li jiyana xwe anî û hat hînbûn ku ji aliyê mêrê bi zor pê re hatiye zewicandin ve bi îstîsmara zayendî ya sîstematîk re rûbirû mayê û li ser vê ketiye hewldana întîxarê.
 
Îdiaya întîxarê heye
 
Herî dawî bûyereke întîxarê li taxa Bahçelîevler a Sêrtê pêk hat. Hat îdiakirin ku Oznur Olgaç di 16’ê Kanûnê de ji katê 9’emîn de dema cil radixistin ketiye û Oznurê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Şahideke ku malbatê nas dike û bi hinceta ewlehiyê nexwest navê xwe bide, da zanîn ku malbata Oznurê xwestiye wê bi zor bizewicînin û li ser vê întîxar kiriye.
 
Oznur ya ku hat gotin hevsengiya xwe winda kiriye û ketiye, tê îdiakirin ku întîxar kiriye. Şahideke ku malbatê nas dike diyar kir ku malbatê hewl dida Oznurê bi xizmekî xwe re bizewicînin lê wê nexwestiye. Hinek kesan li Sêrtê jî gotin dema cil radixist ketiye.
 
Her wiha dîsa li Sêrtê heman rojê, li heman cihî, zarokek 14 salî ji katê çaran de ket û bi giranî birîndar bû. Malbata Oznurê jî îdia dike ku ketina Oznurê li ser întîxara zaroka 14 salî, hatiye gotin.