ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 23 Kanûn 2019
  • Rojev
*Di 16’ê Kanûnê de Oznur Olgaç ku hat gotin ‘dema cil radixist ji şaneşînê de ketiye’, tê îdiakirin ku malbatê xwestiye wê bi zor bizewicînin û ji ber vê întîxar kiriye.
 
*Jina bi navê Perîşan Pekbey, da zanîn ku bi salane debara xwe bi çêkiria goreyan dike û di heman demê de motîfên aîdê herêma Serhedê li ser goreyan nexş dike. Perîşan diyar dike ku tevî bi zehmetiyek mezin goreyan çêdike, heqê keda xwe nagire û got li dijî krîza aborî têdikoşe. BI DÎMEN
 
*Şêniyên li gundê Marîne yê Nisêbînê dijîn, di salên 90’î de tevî hemû polîtîkayên zextê gundên xwe terk nekirin. Tevî valakirina gundan, jinên vegeriyan gundên xwe diyar kirin ku tevî zext didomin gundên xwe terk nakine. BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum butçeya sala 2020’an ku tê de jin tune ye bi bîr xist û got: “Nêzîkatiyeke ku jinê nabîne û hepsî malê dike mijara gotinê ye. Butçe û desthilatdariyeke ku pêşî li berdanê digire, mafê nefeqeyê ji holê radike, dijminahiya jinê dike, heye.”
 
*Jina bi navê Henûf El-Şelo ya temen mezin ku rojekê jî ji gundê Um El-Kêf, ji ber topbaran û êrîşên dewleta tirk derneketiye wiha dibêje: "Ez jî şervanek im, hember dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe didim." BI DÎMEN
 
*Li Tirbespiyê dayikên ku navê berxwedêran li zarokên xwe kirine gotin: "Em ji Erdogan û komên girêdayî wî re dibêjin, we Hevrîn û Amarayek qetîl kir, lê dê bi hezaran Hevrîn û Amara werin dinê û wê bibin şopdara rêya Hevrînan." BI DÎMEN
 
*Pêkhateyên Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi armanca balê bikşînin ser girîngiya yekitiya neteweyî duh hatin cem hev û diyar kirin ku wê jin ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê bikin û gotin: “Yekitiya jinan wê encamek serkeftî bidest bixe. Em hemû jinan ji bo ku fikrên xwe pêşniyar bikin vexwedixwînin qadan.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Desteya Tendirustiyê Raperîn Hesen, derbarê xebatên salekê yê tendirustiyê, pêşketinên di nava vê qadê de û rola wê di nava pêvajoyê de, nirxandin kir. Raperînê got: "Jiyana bi tendirust bingeha parastina mirovan a ji nexweşiya ye. Erka me ye em jiyaneke tendirustiya wê baş ji bo gelê xwe peyda bikin û di welatekî azad de bê êş bijîn."  DÎMEN HEYE