Asayîşa PDK'ê destûrê nade ku mexmûrî cenazeyê xwe jî bigirin

  • 11:43 22 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PDK'ê ji 5 mehan zêdetir e ambargo daniye ser waregeha Penaberan a Mexmûrê û nema dihêle ku şêniyên wargehê ji bo cenazeyê xwe jî bigirin derbasî Hewlêrê bibin. 
 
Li dora 5 mehan e ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve ambargoyek li ser şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) hatiye danîn û ji aliyê asayişa PDK'ê ve destûr nayê dayîn ku sedem çi dibe bila bibe şêniyên wargehê derbasî Hewlêrê bibin.
 
 Herî dawî duh êvarê kesê bi navê  Ebdulkerîm Ebdurehman ji ber nexweşiyeke giran rakirin nexweşxaneyê. Ebdurehman li Nexweşxaneya Rojava beşa Lezgîn saet 11:00 wefat kir. Malbat dema ku xwestin biçin cenazeyê xwe bigirin, asayîşa PDK’ê rê neda ku malbat biçe ji Hewlêrê cenazeyê xwe bigire.
 
Malbata ku destûr jê re nehat dayîn heta destê sibehê li benda kontorolê hat hiştin û piştî gelek hewldanan, hinek kesên din cenaze ji Hewlêrê anîn li benda kontrolê radestî malbatê kirin.