Li dijî giştînameyê bertek: Nezelalî heye

  • 09:19 22 Kanûn 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL- Wezareta Dadê li dijî şîdeta li ser jinê giştînameyek weşand. Ji Tora Parastina Jinan Çagla Akdere diyar kir ku xeterıya mafên jinan hedef digire di giştînameyê de heye û got nezelaliyên ku nayên hişê mirovan hene.
 
Wezareta Dadê di 18’ê Kanûnê de metneke bi sernavê ‘Der barê parastina malbatê û pêşîgirtina şîdeta li ser jinan de Giştînameya Pêkanîna Kanûnî’ weşand. Piştî giştîname hat weşandin nîqaşan jî dset pê kir. Rêxistinên jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku giştîname ji destkeftiyê wêdetir xetereya nezelalî û kêmasiyê di nav xwe de dihewîne heye. Bi taybet xala 5’emîn a ku pêşniyar dike ‘dîmen û parvekirinên ku rayagiştî tevgera wê bê astengkirin, veşartina şîdetê’ û her wiha Raporên Lêkolînkirina Civakî (SÎR) herî zêde xalên ku hatin nîqaşkirinê bûn.
 
‘Giştîname hewldana AKP’ê ya xweparastinê ye’
 
Ji Tora Parastina Jinan Çagla Akdere diyar kir ku sedema derxistina giştînameyê eve ku AKP xwe biparêze û got: “Welatê ku qanûn û peymanan pêk nayne, wê giştînameyan jî pêk neyne. Ev demeke dirêje li vî welatî jin rastî her cureyê şîdetê tên û tên kuştin. Li dijî şîdet û kuştinên jinan polîtîkayeke ku jinê diparêze tune ye. Ev demek dirêje jin bi taybet li dewletê zextê dikin ku peymana Stenbolê û Qanûna hejmar 6284 pêk bê. Di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê û di roja ku jinan li dijî şîdetê dansa Las Tesîs dikirin de talîmata êrîşê tê dayîn. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî tê de neçar dimînin ku der barê zêdebûna kuştinên jinan de daxuyaniyê bidin. Lê em dizanin ku ev yek jî ne raste. Bi vê giştînameyê ji me re dibêjin ku li dijî kuştinan hinek tiştan dikin. Lê dema em li giştînameyê dinêrin em dibînin ku tiştekî nû tune ye.”
 
‘Di dozên jianan de pêkanînên tên zanîn berdewam in’
 
Çaglayê daxuyakirin ku giştîname baldikişîne ser Peymana Stenbol û qanûna 6284’an û got ev serkeftina têkoşîna jinê ye û got: “Lê bi biryarên SÎR û veşartiyê ya di giştînameyê de cih digire jiyana jinan dike xetereyê. Piştî weşandina giştînameyê şûnde di dozên hatin dîtin de dîsa biryarên dijberê jinan hatin dayîn. Di dozên ku ji ber tundiya li jinan tê kirin hatin vekirin de   pêkanînên tên zanîn berdewam dikin. Tedbîra pêşîgirtinê ya di giştînameyê de, polîtîkayên ku jinan hepsî malê dike cih digirin. Ji ber kêmasiya agahiyan a di giştînameyê de nezelaliyek heye. Di biryara SÎR de jî nezelaliyek heye.”