Li Helebê komkujiya Til Rifetê hat şermezarkirin
- 16:30 21 Kanûn 2019
- Rojane
HELEB - Bi pêşengtiya jinên ciwan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji bo komkujiya Til Rifetê sinevîzyonek hat pêşkêşkirin.
Dewleta tirk di 2'yê kanûnê de bi topan êrîşî Til Rifetê kir. Di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Jinên ciwan a Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji bo komkujiya Til Rifetê li navenda Tevgera Jinên Ciwan sînevîzyonek pêşkêş kirin. Di sînevîzyonê de bi dehan sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn.
Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêvebeirya jinên ciwan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hêva Dedo axivî û got: "Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, êrîşî nirxên kurdan dike. Bi topên xwe nikare vîna me bişkîne. Em kurd hene û em ê her tim hebin û tu kes nikare nasnameya me tune bike."
Paşê sînevîzyonek li ser komkujiya Til Rifetê hat pêşkêşkirin.
Bername bi dilsoziya têkoşeran re bi dawî bû.