Ji bo piştgiriya koçberan şahiya hunerî li Kobanê hat lidarxistin

  • 15:53 21 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengtiya desteya çandê ya herêma Firatê Rêveberiya çand û tevgera mezepotamya ya çand û hunera demokratîk ve şahiyeke hunerî li bajarê Kobanê hat lidarxistin.
 
Bi dirûşma "Em ê bi çanda xwe nasnemeya xwe mezin bikin û ronahiya azadiyê belav bikin" bi pêşengtiya desteya çandê ya herêma Firat û rêveberiya çand û tevgera mezepotamya ya çand û hunera demokratîk ve, bi armanca piştgiriya gelê koçber û ji bo hêzên QSD ‘ê, şahîyekî hunerî li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê bi amedebûna bi dehan rewşenbîr, hunermend û gelê Kobanê hat lidarxistin. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangorînên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê Tevgera Mezopotamya û desteya çandê Osman Gulxaz teqez kir ku ew ê bi riya hunerê pişgirtiya xwe bi gelê xwe re bidin nîşandan û wiha  got: "Dewleta tirk bi salane amedekariyên xwe dike ji bo ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatî Suriyeyê bikin. Bi riya dagirkiriya herêmên Bakurê Suriyê armanca dewleta tirk ew e ku demografiya herêmê bide guhertin. Li dijî êrîşan em ê li kêleka şervanên xwe parastina xwe bikin, dewleta tirk di êrîşan de çanda herêmê hedef digire, ji ber vê yekê jî em ê çanda xwe biparêzin."
 
Paşê hunermend Reşîd Sofî, Muradê Hemzo, koma Laleş, koma Koral, koma Gulava , koma Botan, Perwîn û Norşîn yên muzikê û koma Ş. Yekta ya şano hunerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha şahî bi tabloyên hunerî rengîn bûn.