Derbarê girtin û binçavkirinên li Rojhilat de PEN a Kurd daxuyanî da

  • 14:43 21 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PEN a Kurd derbarê pêleka berfireh a binçavkirinan a li Rojhilatê Kurdistanê  daxuyanî da. Di daxuyaniyê de nerazîbûna li dijî binpêkirina mafan, girtin, binçavkirin û zextan hat nîşandan. 
 
Ji aliyê Komara Îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes bi zext û pêkûtiyên mezin rû bi rû tên hiştin. Tevî nivîskar, rojnameger, xebatkarên çand û hunerê gelek kes tên binçavkirin û girtin. Têkildarî mijarê PEN a Kurd daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamiya Îranê bi êrişeke bêmînak hewla afirandina tirs û xofê, tundûtîjî û ragihandina rewşa awarte li bajarên Kurdan didin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Komara Îslamiya Îranê li Rojhelatê Kurdistanê (Herêmên Kurdan li Îranê) dest bi pêleka berfireh a binçavkirinan kiriye. Ku piraniya kesên hatine binçavkirin çalakvanên kulturî û nivîskar in. Di vê navberê da parêzgeha Kirmaşanê jî ji pêla destbiserkirin û binçavkirinan bêpar nemaye û mixabin di rêkefta 10’ê Kanûnê da em bûne şahidê binçavkirina çalakvan, nivîskar û rojnamevan, “Ebas Celîliyan (Ako), Humayûn Ebasî, Anîsa Ceiferîmêhr, Şehriyar Rustemî, Ferzad Sofrê, Suhrab Murdaî, Daryûş Muradî, Ehmed Besatî, Fûad Muzeferî’’, û çalakvanên sivîl û xwezaparêziyê, “Xelîl Esedî, Suhêb Omîdî, Mihyedîn Esxerî û Muzefer Wetendust’’ û ev kiryarên nahiqûqî û sedem nediyar hê jî berdewam in. 
 
Heta niha ji van kesan tenê Şehriyar Rustemî û sitî Anîsa Ceiferîmêhr hatine berdan û ji rewşa kesên din tu zanyariyek li ber dest nîne. 
 
Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamiya Îranê bi êrişeke bêmînak hewla afirandina tirs û xofê, tundûtîjî û ragihandina rewşa awarte li bajarên Kurdan didin, ku bêguman berjewendiya tu aliyan di kiryarên bi vî awayî de nînin. 
 
Em weke endamên Navenda PEN a Kurd radigihînin ku çênabe ji ber sedemên nediyar dijberiya azadiya raderbirînê bê kirin, çênabe ji ber sedemên destçêkirî pêşiyê li belavkirina zanyariyan û bi kultur kirinê bê girtin, her wiha çênabe qanûna hev şarumendiyê bê binpêkirin û nivîskar û çalakvanên kulturî bêne girtin. Ji ber ku encama van kiryaran diyar e, û ’’tundûtîjî, tundûtîjiyê diafirîne’’ û ger bi riyên aştiyane negihîjin armancên bilind ên civakeke pêşkeftî, vê demê xweşikbûna pênûs û zimanan cîh dide tundûtîjî û nerazîbûnên namedenî.   
Tenê bi li ber çavan derbaskirina navên kesên binçavkirî derdikeve, komek ji hezkiriyên çand û ziman û nivîskarên ku daxwaza wan cîhaneke bedewtir bi riya pênûs û gotûbêjê ye, bi çi tawanekê hatine binçavkirin? Ev pirsa me tevan e. 
 
Em endamên Navenda PEN a Kurd li gor esasnameya xwe, ku bawer e parastina kerameta mirovî bi riya parastina azadiyên medenî û civakî desteber e, piştgiriya xwe ji kesên binçavkirî yên çend rojên bihurî li Kirmaşanê radigihînin û ji aliyên berpirsyar û peywendîdar yên Komara Îslamiya Îranê dixwazin, dawiyê bi van siyaset û rewşê bînin û binçavkiriyên ku bê sedem hatine girtin û tu zanyarî derbarê rewşa wan li berdest nînin demildest bêne berdan."