Xizmên windayan li aqûbeta Îsmaîl û Abdulhekîm pirsîn

  • 14:36 21 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan dli aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê kanûna 1994’an de hat windakirin pirsîn û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan ên Êlihê jî li aqûbeta Abdulhekîm Kartal ê di 1991'an de li Êlihê hat windakirin pirsî.  
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 567’an de kom bûn çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin û aqûbeta windayan pirsîn. Nûner û rêveberên ÎHD, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li pêş şaxa ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan, rêveberên HDP’ê yên Amedê, Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê, endamên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û gelek kesên din amade bûn.
  
Li ser navê parazvanên mafên mirovan Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer diyar kir ku 567 heftene ji ber qedexekirina walitiyê nikarin çalakiya xwe li cihê wê li Parka Koşûyolû bikin û her çiqas çalakiya wan bê astengkirin jî dê çalakiya xwe ya maf û edaletê dewam bikin. Yuksel  got divê komîsyoneke ku rastiya derxîne holê were avakirin û bi vî şiklî edalet dikare pêk were. 
 
Yuksel  bal kişand tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û got: “Em careke din dibêjin dest ji polîtîkayên bê cezabûnê, ji îhlalkirina mafên jiyanê, ji xespkirina mafê hilbijartinê, ji xespkirina mafê azadiya raman û çapemeniyê berdin. Qeyûm nikarin bibin vîna gel. Hûn nikarin ji vîna gel re qeyûm tayîn bikin. Vîna gel dema bi awayekî azad karî xwe îfade bike wê demê jiyana di nav civakê de bi wate dibe.”
 
Pişt re Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê parêzer Hasan Yalçin, çîroka Îsmaîl Bahçecî yê di sala 1968‘an de li navçeya Sêwregê ya Rihayê tê dinê û di sala 1979’an de koçî Stenbolê dike û di 24’ê Kanûna 1994’an de li Aksaraya Stenbolê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û windakirin xwend. Yalçin da zanîn ku li gel hemû lêgerîn û têkoşîna hiqûqî ya malbatê hêj aqûbeta Îsmaîl nehatiye zelalkirin.”
 
Çalaki bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
 
Êlih
 
Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan ên Êlihê jî bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 473'yemîn de li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan, parêzvanên mafê mirovan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Daxuyaniya vê hefteyê Sekreterê Şaxa ÎHD'a Êlihê Fahrettîn Asutay xwend. Asutay bal kişand ser têkoşîna edalet û têkoşîna hiqûqî ya xizmên windayan û got ew ê lêpirsîna ji bo aqûbeta windayan dewam bikin. Asutay çîroka Abdulhekîm Kartal ê di 16'ê tebaxa 1991'an de li navenda Êlihê hat windakirin xwend û li aqûbeta wî pirsî. Asutay got ji wê rojê ve tu agahî ji Kartal nehatiye wergirtin. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.