HDP: Gel feraseta qeyûm xist bin axê

  • 14:01 21 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Rêveber û endamên HDP'ê binçavkirina Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemîr û tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, bertek nîşan da û got: "HDP û Gelê Sûrê li hemberî van polîtîkayên qeyûm serî û çongê netewand û natewîne." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi boneya tayînkirina qeyûm a Sûrê û binçavkirina Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr şermezar bike, daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê xwestin li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta "Biryara qedexeyê ya walîtiyê heye" destûr nedan. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan û rêveberên HDP'ê piştî rastî astengiya polîsan hatin, rêveberên HDP'ê li avahiya li hemberî Şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
'Gel feraseta qeyûm xist bin axê'
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyad Ceylan, diyar kir ku gel di hilbijartina 31'ê Adarê de bersîv da qeyûman û wiha got: “Hikûmetê beriya hilbijartinê diyar kir ku dê qeyûman tayinî şaredariyan bike. Serokomar got 'Hûn qezenç bikin em ê dîsa qeyûm tayîn bikin' û gef xwarin. Piştî hilbijartinê mazbata 6 hevşaredarên me nedan. Pişte qeyûm tayinî 3 şaredariyan kir. Lê gel feraseta qeyûm xist bin axê." 
 
'Hişmendiya faşist dê dîsa paş ve vegere û winda bike'
 
Zeyyad, anî ziman ku tevî her tiştî ew di siyaseta demokratîk de israr dikin û wiha got: “Em tu carî feraseta faşîzma AKP-MHP'ê qebûl nakin. Hişmendiya faşist dê dîsa paşve vegere û winda bike. Em dê dîsa hevşaredariyên xwe bistînin û bi gel re dê xebatên xwe berdewm bikin." 
 
Em ê ji bo aştiya gelan têkoşîna xwe berdewam bikin
 
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Uyanik jî anî ziman ku ew binçavkirina hevşaredarên wan Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemîr qebûl nakin. AKP bi tayînkirina qeyûman dixwaze hêza muxalif perçe bike. Em wekî HDP'ê û Gelê Sûrê li hemberî polîtikayên qeyûm me çong danenî û em çong danînin. Em ê ji bo aştiya gelan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em tu carî gavan paşve navêjin."
 
Piştî daxuyaniyê girsê dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Zext me têk nabin" berz kirin.