'Ji bo reytîngan divê berfirehiya komkujiyê neyê serwîskirin'

  • 09:10 21 Kanûn 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Rojnameger Sîbel Hurtaş ku Nûnera Arti Gerçek a Enqereyê ye, di mijara zimanê çapemeniyê ya der barê kuştinên jinan de axivî û da zanîn ku ji bo reytîngên çapemeniyê divê hûrguliya îstîsmar û kuştinê neyên serwîskirin.
 
Nûnera Arti Gerçek a Enqereyê rojnameger Sîbel Hurtaş der barê zimanê çapemeniyê ya der barê kuştinên jinan, êrîşên îstîsmarê û îstîsmara zarokan de axivî û got ew wek rojnameger demeke dirêj ji bo ku kuştinên jinan wek mirinên normal neyê dîtin, têkoşîn dane û got kuştinên jinan bi tena serê xwe pirsgirêkek polîtîk e.
 
‘Kuştinên jinan polîtîk in’
 
Sîbelê, di nivîsandina nûçeyên kuştinên jinan de wek navenda nûçeyan tiştên dijîn vegot: “Hem ji navendên nûçeyan, hem ji wezaret û hem jî ji dadgehan der barê me de gotin ‘çi dibe ma jin jî mêran dikujin’ û mekanîzmayeke wisa ya parastinê hat avakirin. Di pirtûka min a bi navê ‘jinên sebra wan qedyaye’ de xala balê dikşîne ser vê ev bû. Gelo divê kuştinên jinan cuda bê destgirtin an na? Li hember me nêrîneke li dijî vê berxwe dide heye. Ev demeke dirêj e nîqaşa me bi vê re heye.”
 
‘Dema jin red dikin tên qetilkirin’
 
Sîbelê destnîşan kir ku hinek barên civakî yên li jinan hatine barkirin hene û dema jin van zor û zehmetiyan red dikin jî tên qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dadgehan jî berdewamiya vê dibînin û digotin ‘wê ev nekir, ji ber wê mêr tehrîk kir û ez ceza dadixînim.’ Belê di vir de jî me her tim got kuştinên jinan polîtîk in. Mînak biryareke Yekemîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê hebû. Ev gelek hat nîqaşkirin. Mêrekî ku hevjîna xwe qetil kiribû wiha digot ‘bi min re neket têkiliya zayendî’ û li ser vê cezayê wî hat daxistin. Jinên ku hevjînên xwe kuştibûn jî me bi wan re hevdîtin dikir û digotin ‘ez wek kole didam xebitandin, min dixwest ez bixebitim, ji bo jiyana xwe ava bikim.’ Jinan digot ‘an em ê bihatana kuştin, yan jî min ê ew bikuşta.”
 
‘Me nêrîna li hember kuştinên jinan guhert’
 
Sîbelê daxuyakirin ku ji ber sedemên ku li jor rêz kirine refleksên nûçeyan jî ava dibin û got: “Kuştinên jinan di rûpelên sêyemîn de wek sûcekî edlî yê hêsan tê nîşandan. Îro jî em nûçeyên kuştinên jinan di manşetan de dibînin û dema dadgeh daxistinekê dikin, nûçeyên vê cih digirin. Ev di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Me nêrîna li hember kuştinên jinan guhert.”
 
‘Divê hûrguliyên dosyayan neyên weşandin’
 
Sîbelê destnîşan kir ku yek ji şaşiyên ku herî zêde çapemenî dike ev e ku dosyayên ku digihêjin ber destê wan rûpel bi rûpel diweşînin û got: “Heta carna îfadeyên di dosyayan de digirin û dikin nûçe. Bi taybet divê îfadeyên dosyayên îstîsmarê neyên nivîsin. Ev tê wateya ji bo kes, ji nû ve afirandina şîdet û travmayê. Di vir de rola rojnamegeran dertê holê. Ev nûçe çima di bin fîltreya edîtor de derbas nabin. Nûçeyek wisa gelo divê ronameger çiqas teşhîr bike, an jî neke. Berê dema me nûçe dinivîsin me hemû nîqaş jiyan. Em behsa tiştekî ku divê li dadgehê tune be jî dikin. Wê îfadeyan bi hemû bi berfirehiya wê neyê nivîsin.”