Semîra Elî: Armanca sîstemên desthilatdar avakirina civakek nezan e

  • 09:07 21 Kanûn 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Li ser daxwaza zarokên Kampa Waşokanî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, dest bi amadekariya vekirina dibistanekê li kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê, kir.
 
Dewleta tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de dibistan û zanîngehên Serêkaniyê hatin hedefgirtin. Bi sedema koçberiyê bi hezaran zarok ji dibistanê xwe hatin qutkirin.Têkildarî mijarê  Berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê  Semîra Hec Elî, li ser vekirina dibistanê ji me re axivî. 
 
'Armanca dijmin civakeke nezan were avakirin'
 
Semîra di destpêka axaftinên xwe de da zanîn ku hedefgirtina dibistan û zanîngehên Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta tirk ve, sîstema xwendinê hedef dike û wiha got: "Destpêka êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê zanîngeh, dibistan û sivîlan hedef girt. Ev tê wateya ku dijmin sîstema me ya xwendinê hedef dike û armanca vê ew e ku civakeke nezan were avakirin."
 
'Êrîş li ser pergala Netewa Demokratîk e'
 
Semîrayê bal kişand ser girîngiya sîstema Netewa Demokratîk û rola wê di avakirina civakê de û wiha domand: "Sîstemên desthilatdar her tim gel bi sîstema xwe ya tek al û ziman, dabû fetisandin. Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de sîstema netewa demokratîk  wekhevî bi xwe re anî. Ev sîstem her kesî hembêz dike û ji mafê her kesekî ye bi ziman, al û çanda xwe tev bigere. Sîstema Netewa Demokratîk hate rûniştandin û bi rengekî çalak kar û xebat dida meşandin. Êrîşên li ser sîstema me, em qebûl nakin. Em ê şagirtên xwe birêxistin bikin û dest bi perwerdekirina wan bikin."
 
'Armanca me avakirina nifşekî bi ehlaq û polîtîk e' 
 
Semîrayê di dewama axaftina xwe de mizgîniya vekirina dibistanekê li kampa waşokanî da û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li ser daxwaza malbat û zarokên kampa waşokanî her wiha ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina şagirtan, em amadekariya vekirina dibistanek li kampa waşokanî  dikin. Dibistan di demeke nêz de  wê were vekirin. Em naxwazin armanca dijmin pêk were ku zarok ji xwendin û perwerdeyê werin qutkirin, berovajî wê em ê asta perwerde û xwendinê bilind bikin, da ku nifşek bi ehlaq û polîtîk were avakirin.”
 
'Şagirt her dem serdana me dikin û pirsa vekirina dibistanê dikin'
 
Semîrayê li ser  dibistanê û peydakirina hemû pêdiviyên wê wiha dibêjê: "Destpêkê me 11 kon ji bo dibistanê amade kirin. Refê amadehî, navîn û seretayî. Em ê  niha dest bi serjimariya şagirtan bikin, da ku kêmasî di karê me de dernekeve. Her dem şagirt serdana me dikin û dibêje wê kengî  dibistana me  were vekirin? Em hewldanên xwe dikin ku di demek nêz de em dibistanê vekin û pêwistiyên şagirtan peyda bikin, da ku zarok  bi kêfxweşî û rehet xwendina xwe dewam bikin."
 
'Em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û rê nedin nezanebûnê' 
 
Semîrayê axaftina xwe wiha bi dawî kir:" Daxwaza me ji koçberên derveyî Kampa waşokanî dijîn, ku werin serdana kampê bikin û xwe lê bi cih bikin, da ku em wan jî birêxistin bikin û zarokên wan ji xwendin û perwerdehiyê qut nebin. Bila dijmin şa nebe, em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku dewleta tirk a dagirker sûcdar bibîne û mafê van zarokan mayinde bikin."