'Berxwedana me ya li kampan bersiva herî mezin e'

  • 09:03 21 Kanûn 2019
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li kampên Şehbayê bi cih bûne gotin: "Berxwedana me ya li kampan bersiva herî tund a li dijî deshilatdariyê ye."
 
Jinên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê berxwedana xwe didomînin anîn ziman ku ew tu carî hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nakin û wiha gotin:"Têkoşîna me ya jiyanê û ya ji bo rizgarkirina Efrînê tu carî bi dawî nabe."
 
'Ji bo vegera Efrînê têkoşîna me her dem didome'
 
Xedîce Elo ya ji navçeya Reco ya Efrînê ye li ser kiryarên dewleta tirk wiha axivî: "Dewleta tirk êrîşî Efrînê kir û em koçber bûn. Niha jî em li kampa Şehbayê dijîn. Sermaya zivistanê pir zêde ye. Loma jiyana di konan de zehmet e, em hemû nexweş dikevin. Erdogan me parçe kir, gelê me hemû belav bû. Em çiqas parçe jî bibin, em ê ji bo vegera Efrînê her têkoşîn bikin. Ji bo vegera Efrînê têkoşîna me her dem didome."
 
'Mafê Gelê Kurd e ku jiyanek aram bixwazin'
 
Fatma Misto jî bal kişand ser mafê gel û wiha domand: "Mafê Gelê Kurd e ku jiyanek aram bixwazin, ji ber wê şer dikin. Dewleta tirk û çete bi hev re êrîşî gelê sivîl dikin. Em ji şer natirsin em ê sîng bi sîng bi Erdogan re şer bikin. Terorîstê herî mezin Erdogan û çeteyên wî ne."
 
'Berxwedana me li kampan bersiva herî mezin e'
 
Fatma diyar kir ku ew ji zehmetiyan hêzê digirin û berxwedana xwe mezin dikin û wiha bi dawî kir: "Em ji zehmetiyan hêzê digirin. Erdogan nikare vîna Gelê Kurd bişkîne, ji ber kurd ne kurdên berê ne. Berxwedana me li kampan bersiva herî tund ji desthiltdariyê re ye."