ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 21 Kanûn 2019
  • Rojev
*Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kudistanê Evîn Siwêd, kar û xebatê salekê yê rêxistina jinê nirxand û got:"Têkoşîna jinê di sala 2019'an de bersiva herî tund bû ji  destdirêjiyên li ser nirxên jinan tê kirin. Jina pêşeng di nav tevlîheviya civakê de rengekî nû ji aşîtiyê û aramiyê afirand û gav bi gav ber bi azadiya xwe ve diçe." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên li kampên Şehbayê bi cih bûne gotin: "Berxwedana me ya li kampan bersiva herî tund a li dijî deshilatdariyê ye."
DÎMEN HEYE
 
*Endam, Rêveberiyên mala jin û yekîtiya jinên Şehbayê dan diyar kirin ku di nava dorpêça 9 salên aloziya Sûriyê de, bi armanca bilindkirina projeya çandinî û aboriya Şehbayê tê rêvebirin. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji nexweşiyên herî zêde û xetereya mirinê heye penceşêra devê malzarokê ye. Endama SES'ê ya Amedê Yekta Yildiz, diyar kir ku bi teşîs û tedaviyek zû re xilasbûna ji nexweşiyê ji pêkan e lê divê jin her sal carekê bi muayeneya bijîşk re derbaz bibin. DÎMEN HEYE 
 
*Li ser daxwaza zarokên Kampa Waşokanî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, dest bi amadekariya vekirina dibistanekê li kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê, kir. DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Sîbel Hurtaş ku Nûnera Arti Gerçek a Enqereyê ye, di mijara zimanê çapemeniyê ya der barê kuştinên jinan de axivî û da zanîn ku ji bo reytîngên çapemeniyê divê hûrguliya îstîsmar û kuştinê neyên serwîskirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li konbajarê ku 8 sal berê li wanê hatibûn avakirin de, di nava xizaniyê de dijîn diyar kirin ku li malê jî ji ber vê her tim nîqaş dikin. Hatîce Yilmaz got: “Zarokê min bi rojane fêkî dixwaze. Ez her tim dibêjim ‘ez ê bigirim’ lê nikarim bigirim. Wek dayikekê daxwazên zarokên xwe peydanekirin, êşeke mezin e. DÎMEN HEYE
 
*Lîstikvanên Tîma Futbulê ya Jinan a Amedsporê, bal kişandin ser newekheviya navbera tîmên jin û mêran de û got: “Em ê tu car serî netewînin û bi ser de biçin. Em ê Amesporê bigihêjin cihekî baştir.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku zimanê Kurdî ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê berxwe dide, di serî de jin bi têkoşîna mezin a gelê Kurd hebûna xwe diparêze û gotin: “Zimanê me nasnameya me ye. Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin.”DÎMEN HEYE