Cara duyem êrişî avahiya HDP’a Pasûrê kirin
- 16:43 20 Kanûn 2019
- Rojane
AMED - Duh êvarê avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Pasûra Amedê cara duyem rastî êrişa keviran hat.
Avahiya rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pasûra Amedê di nava 3 rojan de cara duyem rastî êrişê hat. Duh êvarê kesên nasnameya wan ne diyar bi keviran êrişî avahiya HDP’ê kirin û camên wê şikandin. Rêveberên HDP’ê dan zanîn ku wan têkildarî êrişa li dijî avahiya xwe ji bo lêkolînê bangî polîsan kiriye lê polîs neçûne lêkolînê.