Bi boneya Cejna Rojiya Êzî Şengaliyan berê xwe dan Goristana Şebil Qasim

  • 13:36 20 Kanûn 2019
  • Rojane
 
Nesrîn Hesen/Nûpelda Tekoşîn
 
ŞENGAL - Bi boneya Cejna Rojiya Êzî Şengaliyan berê xwe dan Goristana Şebil Qasim.
 
Civaka Êzîdî di 4'ê tebaxê 2014'an de bi fermanekê re rûbirû mabûn. Mebesta fermanê dawîanîna çand û baweriya kevnar a Êzidiyan bû. Lê tevî fermanê civaka Êzîdî dev ji çand û baweriya xwe berneda. Bi boneya Cejna Rojiya Êzî Şengaliyan berê xwe dan Goristana Şebil Qasim.
 
Îro ji bo cejna Êzî gel çûn ser gorên xizmên xwe 
 
Di çanda baweriya Êzîdîyatiyê de, her kesê ku diçe ser gorê ji bo xêrê tiştan belav dikin. Taybet sêniyekê amade dikin fekî, nanê sêlê, şêraniyê her wekî din amade dikin û dibin ber Qubeya ku çûne ziyaretgehê. Di çanda Êzîdiyatiyê de kesên ku jiyana xwe ji dest didin di dora qubeyan goristanê da vedişêrin.
 
Jina bi navê Wetha Qasim Xidir ku hatiye ser gora birazîya xwe wiha hestên xwe anî ser ziman: “ Ev cejin ya Rojiya Êzî ye. Em her sal vê rojiyê digirin û cejna xwe pîroz dikin. Ez beriya cejna birazîya xwe pîroz dikim. Ez cejna hemû gelê me yên Bakur, Başur û li Ewrupa pîroz dikim. Slavên xwe li hemû xizmên xwe dikim. Ez hêvî dikim ku em her sal vê cejna xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Em her sal cejna xwe pîroz dikin, li malê jî em tên miriyên xwe ziyaret dikin.”
 
Jina bi navê Eyşan Reşo di destpêkê de cejna Êzî li hemû civaka Ezîdî pîroz kir û wiha axîvî: “ Ez cejna hemû xizmên me pîroz dikim. Ezîdiyên hemû cihanê cejna wan pîroz dikim. Îro cejna me ye em hatine ser goristanê. Ev çanda me ye em dema rojiyên xwe digirin û sibehê cejnê tên ser goristanê xêra xwe belav dikin. Daxwaz û hêviyên min ev e ku hemû gelê me li Şengalê vegerin ser axa xwe.”