Parêzer: Çek xistin serê muwekîla min Fîlîz Buluttekîn û malbata wê
- 11:51 20 Kanûn 2019
- Rojane
AMED - Parêzerê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku di dema binçavkirinê de polîsan çek xistiye serê hevşaredar Fîlîz, hevjînê wê û lawê wê.
Polîsan li Amedê serê sibê zû bi ser mala Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken de girtin û ew binçav kirin.
Parêzerê hevşaredar Buluttekîn, Sertaç Buluttekîn di hesabê xwe yê Twîtterê de derbarê serdegirtina mala miwekîla xwe de agahî da û wiha got: “Miwekîla min Seroka Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Dema polîs ketine malê Fîlîz Buluttekîn, hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî li erdê dirêj kirine û sîleh xistine serê wan. Tundiya polîsan û bêhiqûqî êdî bûye rûtîn!!”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlamentera Amedê Salîha Aydenîz jî mijara çekê ku xistine serê Buluttekîn di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand û wiha got: “Dema polîsan Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn binçav dikir, sîleh xistine serê wê!”