'20 salên din jî derbas be em ê berxwe bidin’

  • 09:20 20 Kanûn 2019
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Dayikên Aştiyê yên ji salên 90’î de heta îro li gel zilm û zextan her tim di nav têkoşînê de bûn wiha gotin: "Heta aştî bê vî welatî em ê li ber xwe bidin, em ê li dijî zilmê bin.”  
 
Dayikên Aştiyê bi armanca li Tirkiyeyê aştî pêk bê û şer bi dawî be ji sala 1996’an het aniha têkoşîna xwe didomînin. Dayikên Aştiyê ku ji salên 1990’î heta niha tevî hemû astengiyan têkoşîna xwe bê navber meşandin, destnîşan kirin ku ew 20 sal berê jî rastî evqas êrîş nehatibûn. Endamên Dayikên Aştiyê ya Edenê der barê xebatên xwe de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘AKP dijminê Kurdan e’
 
Dayika Aştiyê Emîne Çig bi lêv kir ku 20 sal zêde ye li qadane û wiha got: “Beriya wan salan jî me hewl dide em dengê xwe bidin bihistin. Em dadiketin qadan. Lê niha nahêlin em derkevin qadan jî. Em du kes tên gel hev, hema binçav dikin û digirin. Hikûmeta AKP’ê li hember Kurdan bi kîne. Dijminahiyê dike. Girtîgeh jî tije Kurd kirine.”
 
‘Em ji bo aştiyê ketin vê rê’
 
Emîneyê daxuyakirin ku ew 20 sal berê bi armanca ku aştiyê bînin ketine vê rê û got hîna jî di wê biryarê de ne. Emîneyê wiha berdewam kir: “Ji bo zarok nemirin, aştî pêk bê em ê dengê xwe bilind bikin. 20 sal in zilm tê kirin. Carna em derbkirin, em bi erdê re kaş kirin û girtin. Ev her diçe hîn bêtir tûnd dike. Lê tu car me baweriya xwe winda nekir. Ji ber min got ‘aştî’ bi salan di girtîgehê de mam. Rastî êrîşan hatim. Lê tu car min serî netewand. Ez ê her tim jî berxwe bidim.”
 
‘Wê ev jî biçin’
 
Dayika Aştiyê Ayşe Çetînkaya ya ku 10 sal in di nav dayikên Aştiyê de ye destnîşan kir ku gelek caran rastî şîdet û zextê hatiye û got: “Me ji bo li vî welatî hinek tişt biguherin, aştî û aramî bê têkoşîn da. Em rastî şîdet, zilm, îşkencê hatin. Ev pêkanîn her diçin zêdetir dibin. Niha li Sûriyeyê jin û zarok tên qetilkirin. Ji bo saltanata xwe her kesî qetil dikin. Em dibêjin aştî ew zextê dikin. Bi şîdetê bersivê didin daxwazên dayikên aştiyê û dayikên şemiyê. Li Tirkiyeyê her tişt berovajî dibe. Mafên me tên qedexekirin. Bêguman ev wisa naçe. Wê rojekê hesabê bê ev desthilatdarî jî bide.”
 
‘Em ê her tim aştiyê biparêzin’
 
Dayika aştiyê Kadra Bakrak jî 18 sal in di nava xebatên dayikên aştiyê de cih digire û wiha got: "Li her derê Tirkiyeyê ez tevlî çalakiyan bûm û min her tim daxwazên aştiyê li qadan anî ziman. Min ji şer re got na. Heta dawiya emrê xwe ez ê di nava têkoşînê de bim. Ev şerma vî welatiye."