'Ne jin mêr tên parastin'

  • 09:14 20 Kanûn 2019
  • Rojane
 
 
WAN - Jina bi navê Fîlîz Kumaş diyar kir ku dewlet li dijî kuştinên jinan tedbîrê nagire û lê divê jin rêxistinbûna xwe ava bike û got: “Mêr li hember jinê her cureyên şîdetê pêk tîne. Daxwaza parastinê dike lê nayê parastin. Divê jin ji bo xurtkirina parastina cewherî xwe birêxistin bike.”
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha mijdarê de 39 jin hatin qetilkirin. Ev kuştin ji aliyê kesên herî nêzî jinan ve pêk hatin. Jinan li dijî kuştinên jinan tiştên divê bên kirin nirxandin.
 
Fîlîz Kumaşê da zanîn ku di civakê de mêr mezin tên dîtin û jin jî bi çewisandinê tên mezinkirin û got: “Dema zarokan mezin dikin dibêjin ‘tu mêrî tu dikarî bikî, tu xurtî.’ Ji keçan re jî dibêjin ‘tu keçî, hewcedariya te bi parastinê heye, tu nikarî tenê derkevî derve û her tiştî bikî’. Bi vî awayî rol tê danîn. Mêr jî li ser vê dibêjin ‘ez dikarim her tiştî bikim, hêz destê min de ye’. Ji ber vê jî xwe dispêrin şîdetê.”
 
‘Jin nayên parastin, kujer nayên darizandin’
 
Fîlîzê, di axaftina xwe de Ayşe Tuba Arslan ya di 11’ê îlonê de ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû ve bi giranî hat birîndarkirin û 44 roj şûnde jiyana xwe ji dest da bibîr xist û wiha axivî: "Mêr li hember jinê her cureyê şîdetê pêk tîne. Jin vê ji dewletê re dibêje, dixwaze dest jê berde. Daxwaza parastinê dike lê nayê parastin. Divê jin ji bo xurtkirina parastina cewherî xwe rêxistin bike. Ji bo parastina xwe dikarin teknîkên parastina cewherî fêr bibin.”
 
‘Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin’
 
Jina bi navê Taybet Geçkîn jî destnîşan kir ku jin li her qadê têkoşîna wekheviyê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vî welatî jin bi saya pespektîfa azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocalan hişyar bûn û azad bûn. Ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe berdewam dikin. Dewlet jî ji bo pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin tu tiştekî nake. Dewlet bi tena serê xwe ji xwe komkujiyan pêk tîne. Li Rojava bi hezaran jin û zarok qetil kir. Kujerên jinan nayên darizandin. Çend rojan tên girtin û piştre tên berdan. Divê kujer bi awayekî herî giran bên cezakirin.”
 
‘Dixwazin jinan dîl bigirin’
 
Halîme Akdogan jî bi lêv kir ku kuştinên jinan ne bûyerên hêsan in, polîtîk û îdeolojîk in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin sibehê heta êvarê dixebitin. Dema ji bo bîhndanê rûdinin jî mêr dibêjin ‘tu heta êvarê rudinî’. Dewlet neçare jinan bipêze lê naparêze. Her roj jin tên qetilkirin. Gumanbar hefteyekê tên binçavkirin û piştre tê berdan. Mafê jinan nayê nasîn. Dixwazin jinan dîl bigirin.”
 
‘Yê sûcdar zîhniyeta mêr e’
 
Kader Nergîz anî ziman ku mêr bi her awayî dikare xwe xilas bike û got: “Mêr çi bike jî jin sûcdar tê dîtin. Mêr, cil û bergê jinan, meşa wan dike hincet û sûcdar nîşan dide. Jin li her derê cîhanê piştî saeteke diyarkirî ya şevê nikare derkeve derve. Jin ne sûcdar e, ya sûcdar zîhniyeta serdest ya mêr e. Mêr ne di vê zîhniyetê de be, kuştinên jinan jî wê neyên jiyîn.”