'Me bi zor û zehmetî xwe ji tank û topên dewleta tirk xelas kir'

  • 09:07 20 Kanûn 2019
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Dayik, jin û zarokên Serêkaniyê yên ku  ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk koçber bûne, daxwaz û hêviya wan ew e ku di demeke nêz de vegerin warê xwe û dibêjin: " Daxwaza me ew e ku bajarên me ji çeteyên dewleta tirk werin paqijkirin, da ku em vegerin malên xwe û li ser axa xwe bijîn."
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî herêma Efrînê ya Rojavayê Kudistanê kirin. Di encama êrîşan de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran şêniyên Efrînê ji ber êrîşan koçber bûn. Koçberên ku berê xwe dane Şehbayê jî, bi komkujiyan rû bi rû dimînin. Dewleta tirk ne tenê êrîşî Efrînê kir, di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi hinceta qaşo avakirina herêma bi ewle êrîşî Kantona Girê Spî û bajarê Serêkaniyê kir. Çawa şêniyên  Efrînê da koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan yên ji Xûta  bi ci hkirin, niha jî li Girê Spî û Serêkaniyê eynî kiryaran dubare dike. Şêniyên resen dide koçberkirin û malbatên çeteyan ji Idlib, Humis û Cerablusê bicih dike û demografiya herêmê dide guhertin. Tevî ku dewleta tirk û hevkarên wê li Bakurê Sûriyeyê kiryarên tund di derheqê gelê herêmê de pêk anînin, heta niha dewletên navneteweyî li hemberî van kiriyaran bê deng in. 
 
Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî  ji ber êrîşan, niha di kampa Waşûkanî û kampa koçberên Girê Spî bi cih bûne. 11 malbat û 70 kes ji gundê Eyn El-Hîsan ê Serêkaniyê ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk koçberî bajarokê Sirînê bûne. Têkildarî mijarê kesên ku koçber bûne, li ser kiryarên dewleta tirk û rewşa koçberiyê nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Koçberî pir zehmet e'
 
Jina bi navê Nadiya Hemo li ser kiryar û êrîşên dewleta tirk wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dewleta tirk û hevkarên wê bi tank, top û bi balafirên şer, Serêkaniyê topbaran kir. Bi armanca ku em zarokên xwe xelas bikin em ji Serêkaniyê koçber bûn, pir zehmet bû. Em niha li bajarokê Sirînê li gel xizmên xwe dimînin. Zarokên me yên ku diçûn dibistanê niha nikarin bixwînin. Jiyana me bi hatina demsala zivistanê re bi awayekî zehmet derbas dibe. Niha dewleta tirk çi ji me dixwaze çima bajarên me dagir dike? Em  koçber kirin û li şûna me malbatên çeteyan bi cih dike. Daxwaza me ew e ku bajarên me ji çeteyên dewleta tirk werin paqijkirin û em bikaribin weke berê bi awayekî ewle vegerin û li malên xwe li ser axa xwe bijîn."
 
'Me bi zor û zehmetî xwe ji tank û topên dewleta tirk xelas kir'
 
Dayika bi navê Edle Ehmed behsa roja  derketina  xwe ji Serêkaniyê kir û wiha got: "Roj ber êvarê bû rojeke tarî  bû. Me bi meşê xwe ji tank topên dewleta tirk xelas kir û di rê de me gelek zehmetî dîtin heta ku em gihaştin Sirînê.  Jiyana me pir zehmet derbas dibe. Dewleta tirk qaşo herêmeke bi ewle ava dike. Erdogan herêmên me  kir herêma qetilkirin, wêrankirin û talankirinê. Beriya ku dewleta tirk êrîşî herêma me bike em bi rengekî wekhev, aram û azad dijiyan. Dewleta tirk jiyana me tevlihev kir. Daxwaza me ew e ku gelê herêmê bi me re bibin alîkar, da ku em rewşa koçberiyê derbas bikin." 
 
'Bi salane li hember terorê em têkoşînê dikin'
 
Jina bi navê Xedra Ebd-El Qadir behsa serpêhateya  jiyana xwe kir û wiha dibêjê: "Hevjînê min şehîd ket. Zarokeke min heye. Dema ku hevjînê min şehîd ket, zarokê min çel rojî bû. Hevjînê min di 2013’an de dema ku Cebhet El-Nusra êrîşî  Serêkaniyê kir şehîd ket. Piştî şehadeta hevjînê min, min ji nû ve mala xwe ava kir û niha jî ji ber êrîşên dewleta tirk, me her tişt li pey xwe hişt. Ev cara duyem e ku ez koçber dibim, gelekî zor e dema ku  mirov ji bajarê xwe derdikeve. Em dixwazin vegerin. Bi sala ye li hember terorê em têkoşîn dikin, wê ev têkoşîn berdewam be."
 
'Hêvîdar im ku di demeke nêz de em  vegerin bajarê xwe'
 
Jina ciwan a bi navê Rehîme Silêman  li ser êşa  koçberiyê wiha nêrîna xwe parve kir: "Nêzî du meha ye em ji Serêkaniyê koçber bûne. Dema ku em ji mal û bajarê xwe derketin gelek bi êş  bû. Em niha li bajarokê Sirînê dijîn, zehmetiyên me pir in. Em hêvî dikin ku di demek nêz vegerin warê xwe."
 
'Dewleta tirk xeyalên me belav kirin'
 
Zaroka bi navê Yesmîn Ibrahîm ku ji ber êrîşên dewleta tirk bi malbata xwe re koçber bûye, wiha hestên xwe  bi lêv dike : "Dema ku em li Serêkaniyê bûn jiyana me xweş bû, em diçûn dibistanê, me bi zimanê dayikê xwendina xwe dikir, lê niha li Sirînê di dibistanan de tenê zimanê erebî tê dayîn. Dewleta tirk xeyalên me belav kir. Daxwaza me ew e ku dibistaneke bi zimanê Kurdî li Sirînê bê vekirin û em xwendina xwe berdewam bikin. "
 
'Me bêriya  heval û dibistana xwe kiriye'
 
Di dawiyê de zarokê bi navê Silêman Xalid da zanî ku dewleta tirk jiyana wan tevlîhev kir û got: "Em zarokên Serêkaniyê ne, ji ber êrîşên dewleta tirk em koçber bûn. Me bêriya heval, dibistan, kolan û malên xwe kiriye. Em dixwazin vegerin Serêkaniyê."