'Em ê tola xwe hilînin'

  • 09:05 20 Kanûn 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê êrîş û komkujiyên dewleta tirk şermezar kirin û wiha gotin: "Dewleta tirk ne got jin û zarok topên xwe dİavêt. Di encamê de bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê cotmehê de êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encamê de şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Têkîldarî mijarê jinên bajarê Dêrikê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û bertekên xwe nîşan dan. 
 
'Heremên me bi ewle ne' 
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star Fatma Hemîd êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk di bin navê heremên ewle de êrîşî xaka me kir û bi dehan jin û zarokî jiyana xwe ji dest dan û koçber bûn. Em êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Di bin navê qaşo herêma ewle de êrîşî me kirin. Lê herêmên me jixwe ewle bûn. Hêzên me parastina xak û gelê me dikin. Em dagirkeran li ser axa xwe naxwazin."
 
'Em ê tola xwe hilînin'
 
Fatmayê bal kişand ser komkujiya Til Rifet û Serêkaniyê û wiha domand: "Dewleta tirk bi topan êrîşî Til Rifetê kir û di encamê de zarokan jiyana xwe ji dest dan. Çima heta niha tu kesî dengê xwe nekir? Ma dewletên navneteweyî nabînin? Em ê tola xwe hilînin û xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Her wiha em çûn hawara gelê Serêkaniyê û dewleta tirk bi balafiran êrîşî me kir û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di nav vê konvoyê de dayê Eqîde jî hebû. Em ê tola xwe hilînin û dagirkeran ji ser axa xwe biqewirînin."
 
'Em aramî û aşitiyê dixwazin'
 
Ji Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Hiyam Mihemed êrîşên dewleta tirk wiha nirxand: "Hemû cîhanê dît ku dewleta tirk çawa êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta tirk ne got jin û zarok topên xwe diavêt. Di encamê de bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî jî koçber bûn. Niha jî li kon û dibistanan dijîn. Ma çi sûcê vî gelî hebû? Tenê em aramî û aşitiyê dixwazin. Li Til Rifetê zarokên li kolanan dilîstin rastî komkujiyê hatin û heta niha tu nerazîbûyin ji aliyê dewletan ve derneketiye. Herkes li hember van êrîşan bêdeng e. Em weke Hêzên Parastina Civakî, heta dawiyê parastina gelê xwe bikin û li berxwe bidin."