Malbatên Kobanê li dijî êrîşên li ser herêmê meşek li dar xistin

  • 15:04 19 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kobanê bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan meşek li dar xistin û gotin: "Dema em xwedî li xwîna şehîdan, welat, nasname û doza Gelê Kurd derkevin, wê serkeftin a me be û têkçûn jî ya dagirker û komplogeran be."
 
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, sedan şêniyên Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistina Kongra Star bi dirûşmeya "Wek Meclîsa Malbatên Şehîdan êdî dagirkerî li ser axa xwe qebûl nakin û êdî bes e qetilkirina zarokên vî gelî bi destê dagirkeran” li qada jina azad kom bûn û ji wir ber bi qada Ş. Egîd ve meşiyan. Di meşê de Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên zarokên xwe yên di şerde windakiribûn, pankartên bi nivîsa "Na ji peymanên ku bazirganiyê li xwîna zarokên me dikin", "Xwîna şehîdên me û qêrînên zarokan dê we berpirsyar bibine" û "Em ê li dijî her peyameke ku li ser hebûn, rûmet û nasnameya me armanc digirin ber xwe bidin" hatin hildan. 
 
'An em ê azad bijîn an jî bi rûmet bimirin'
 
Li ser navê Malbatên Şehîdan Tolîn Şêx Ehmed axîvî û wiha got: "Bi navê malbatên şehîdan ên Kobanê bêdengî û bazara dewletên serdest û dagirker ku bi salan e li ser qedera Gelên Rojhilata Navîn û Gelê Kurd, didin meşandin em şermezar dikin. Dewletên navneteweyî ji bo ku desthilatdarî û mêtîngeriya xwe li ser herêmên me bi hêztir bikin parçekirina axa me, derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de û aloziya Sûriyeyê berfireh kirin armanc girtine. Wek Gelê Kurd me ji xwe re xeta têkoşîn û berxwedanê hilbijartiye. Yan em ê azad bijîn yan jî em ê bi rûmet bimirin. Çavkaniya hêz, îrade û baweriya me şehidên me ne." 
 
'Serkeftin a me be û têkçûn jî ya komplogeran be'
 
Tolînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di oxira doza Gelê Kurd û Rojhilata Navîn de bi hezaran keç û xortên me canê xwe fedakirin. Wek malbatên şehîdan em ê xwedî li miras û keda şehîdên xwe derkevin û doza wan pêk bînin. Dema em xwedî li xwîna şehîdan, welat, nasname û doza Gelê Kurd derkevin, wê serkeftin a me be,  têkçûn jî ya dagirker û komplogeran be. Wê xeyalên dewleta tirk ên qirkirina Gelê Kurd, ji nû ve avakirina desthilatdariya Osmaniyan û planên dagirkirina Rojhilata Navîn pêk neyên." 
 
Meş bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Berxwedan jiyan e" û "Bimire dagirkerî" bi dawî bû.