TAJÊ Cejna Êzî bi daxuyaniyekê pîroz kir

  • 14:55 19 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand bal kişand ser Rojiya Êzidiyan û piştî wê pîrozkirina Cejna Êzî û ev cejn li hemû civaka êzidî pîroz kir.
 
Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand Cejna Êzî li hemû civaka êzidî pîroz kir û wiha got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em îro dikarin bi awayekî azad li ser xaka xwe bijîn û cejna xwe pîroz bikin."
 
 Daxwuyaniya TAJÊ wiha ye:
  
“Ji dîrokê heta roja me ya îro dijmin her tim bi ferman û qetlîaman hewil daya ku çande me ya kevnar a pîroz tuna bike. Lê her tim civaka me bi berxwedanê hewildanên dijmiin têk bir û çand û baweriya xwe ya kevnar, li rûxmî 74 fermanan dest ji çand û baweriya xwe  berneda. Êrîşên dewlata tirk ên li ser Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê berdewamiya fermana 74'an a  li ser civaka êzidî ye. Hovîtî û qirkirina dewlata tirk Li ser êzidiyên li Efrîn û Serêkaniyê hiştiye ku gel ji warê xwe koçber bibe û bi zor û zemetiyan cejna xwe pîroz bike.
 
 Em weke TAJÊ berxwedana  gelê Rojava bi taybat ya êzidiyên li Efrîn û Serêkaniyê pîroz dikin.  Em bi hêvî ne ku ev cejin bibe wesîleya yakîtî û tifaqa civaka êzidî û bi taybet tifaqa jinên êzîdî. Em careke din cejna tevahiya civaka êzidî pîroz dikin û bang li gelê êzidî dikin ku xwedî li hev derkavin û yakîtiya xwe ava bikin. ”