'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e'

  • 14:44 19 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ derbarê cezayê dîsîplînê yê ku li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû birîn, daxuyanî da. TAJÊ di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê hemû kes dakevin qadan. 
 
Tevî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî cezayê disîplînê lê hat birîn. Têkildarî mijarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama têkoşîna hevpar a li dijî tecrîda giran hat dayin. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Rêber Apo ji bo hemû jinên Êzidî çavkaniya jiyaneke azad e. Di heman demê de jî hêza çareseriya hemû pirsgirêkan e. Em di wê baweriyê de ne ku bi fikir û ramanên Rêber Apo şer û kaosa ku di roja me ya îro de li ser axa Rojhilata Navîn tê jiyîn ew ê  bê çareserkirin. Ji bo vê jî azadiya Rêber Apo esas e. Lê mixabin, li gor agahiyên dawî, tecrîda girankirî a ku li ser Rêber Apo û her sê hevalên kêleka wî, di meha cotmehê de bi cezaya dîsîplînê bêtir hat girankirin.    
 
Ev kiryarên dawî yên dewleta tirk a faşîst li dijî huquq û mafê mirovan e. Ji bo vê jî, wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em vî cezayî û tecrîdê şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mirovî, dewletên navneteweyî û bi taybet hemû rêxistinên jinan dikin ku li dijî van kiryarên bê hiquqî bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.
 
Azadiya Rêber Apo, azadiya civak û azadiya jinê ye. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdkirina civak û kolekirina jinê ye. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em dubare vê tecrîda girankirî şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên sosiyalîst, hemû kesên azadîxwaz, netew û civakên demokratîkxwaz, hemû jin û Êzîdiyên cîhanê dikin ku ji bo rakirina vê tecrîda girankîri û azadiya Rêber Apo li qadan bin. Azadiya Abullah Ocalan azadiya me hemûyan e."